Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin binçavkirin 2019-01-21 21:30:13   AMED – Nûçegihanên Jinnewsê Berîtan Canozer û Berîtan Elyakût hatin binçavkirin.    Nûçegihên Jinnewsê Berîtan Canozer û Berîtan Elyakût li semta Batikentê ya Amedê li Parka Avedîkê rûniştibûn tevî Hêvîdar Odungît a li cem wan hatin binçavkirin û polîsan ew bir Midûriyeta Emniyeta Amedê.    Sedema binçavkirinê nehat hînbûn.