10 sal ceza li wekîla HDP'ê Irmak birîn 2017-11-03 11:14:07   AMED - Rûniştina doza Wekîla HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Heyeta dadgehê 10 sal cezayê girtîgehê li Irmak birî.    Rûniştina doza Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Heyeta dadgehê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê kiriye" 10 sal cezayê girtîgehê birî. Dadgehê biryara berdewama girtina Irmak da.    Parlamentera HDP'ê ya ya Colemêrgê Selma Irmak di 4'ê Mijdara 2016'an de di operasyona li dijî parlamenterên HDP'ê de hat binçavkirin û girtin. Piştî Irmak hat girtin, dozger der barê wê de îdîaname amade kir û heta 105 salan cezayê girtîgehê xwest. Rûniştina doza Irmak li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Irmak neanîn rûniştina dozê. Ji ber ku Irmak, neanîn rûniştina dozê, Irmak ji Girtîgeha Tîpa F a Kandira bi riya SEGBÎS’ê tev li rûniştina dozê nebû. Parêzerê Irmak tev li rûniştina dozê bû. Disa parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Leyla Birlik, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, rêveberên HDP û DBP'ê yên Amedê tev li rûniştina dozê bûn. Piştî tespîta nasnameyan dozger îdîaname xwend û diyar kir ku bi sedema şika revê heye delîlên xurt li ser wê hene xwest girtî bê darizandin.    PRZ URKUT: MUWEKKÎLA MIN LI GEL ZANÎNA OPERASYONÊ JÎ NEREVIYA   Parezerê Irmak Erhan Urkut, anî ziman ku muwekîla wê xwest bê tev li rûniştina doza biryarê bibe û piştgiriya hiqûqî ji parêzerên xwe bistîne û wiha got: "Ji ber muwekila me neanin rûniştina dozê mafê wê yê parastinê hat sînorkirin. Irmak nûnertiya 6 milyon û 500 hezar kesên dengê xwe dane HDP'ê dike. Irmak, di çarçoveya azadiya raman û fikrê de axiviye û ji ber axaftinên xwe hatiye girtin. Di şexsê Irmak de 6.5 milyon mirovên deng dane hatine girtin. Niha ji doza KCD'ê de kesên girtî tên darizandin tune. Dema Hevseroka KCD'ê bû jî tu axaftinên wê yên rê li pêş tundî û cebîrê vekin tune. Tevî ku muwekîla min agahiya wê ji aperasyonê hebû jî derneket dervê welat. Niha jî îhtîmala derkeve derve tune ye. Irmak salek e girtî ye. Ez dixwazim bê berdan."    DADGEHÊ ŞERÊ LI AMEDÊ HINCETA NEANÎNA IRMAK A DADGEHÊ NÎŞAN DA    Heyeta dadgehê xwest axaftina Irmak a kurdî ji aliyê kesên zana ve bê wergerkirin. Lê heyeta dadgehê bi sedema wergara polîsan têr dike daxwaza parêzer red kir. Heyetê daxwaza parêzeran ku Irmak binin rûniştina dozê jî bi sedema "Berê lêpirsîna bersûc hatiye kirin. Li gorî xala 196/4-5'an a CMK'ê ku girtîgeha  bersûc lê girtî ji bajarê me dûr e. Dîsa li navenda bajarê me 4 saet berê şerê bi saetan berdewam kir polîsek mir û 9 polîs birîndar bûn. Disa endamekî rêxistinê bê tesîr bû. Ji ber vê yekê ji aliye ewlehiya bersuc ve ne guncav e" û daxwaza parêzer red kir.  Heyetê mezareta Prz. Reyhan Yalçındag jî red kir.    HEYETê 10 SAL CEZA LI IRMAKÊ BIRÎN    Heyeta dadgehê bi sedema di navbera salên 2015-2016'an de tev li 6 meş û civînên cuda bûye û "Propaganda rêxistinê kiriye" 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî. Heyetê disa bi sucdariya "Endamtiya rêxistinê"  li Irmak 7 sal û 6 meh bi giştî 10 sal cezayê girtîgehê birî.    Disa dadgehê biryar da ku berê jî der barê Irmak de li dadgehên Amed, Wan, Edene, Colemêrg, Enqere û Mûşê bi heman sûcî doz hatibû vekirin û doz hatibûn taloqkirin û xwest dadgeh têkildarî vê yekê îxbar bike.