Daxwazên Karabak û Yildirim hat qebûlkirin 2019-01-21 15:25:49 WAN - Daxwazên du girtiyên siyasî yên ku li Wanê 127 roj bû di greva birçîbûnê de bûn hat qebûlkirin. Girtiyê ji doza TKP/ML Kadîr Karabak û girtiyê ji doza MKP'ê Esat Nacî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê ne, ji bo têlên li ser hewşê hatine bicihkirin bên rakirin û di dema jimartinan de lêgerîn neyê kirin, 127 roj bî di greva birçîbûnê de bûn.   Dozgerê Komarê û Midûrê Girtîgehê bi çalakgerên greva birçîbûnê re rûniştin û ji wan re got ku daxwazên wan hatine qebûlkirin.   Parêzer Savaş Avci li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku berxwedana greva birçîbûnê bi ser ketiye û daxwazên girtiyan hatine qebûlkirin û got: "Ji ber ku daxwaz hatin qebûlkirin Karabak û Yildirim dawî li greva birçîbûnê anîn." Avci got her du girtiyan rakirine nexweşxaneyê.