Ji akademîsyenan re rapora kûmpasê: Sîxûrî li ser xwendekaran ferz kirin 2017-11-03 11:06:55 ENQERE - Hîndekar Şerîf Gurçag Tuna di çarçoveya lêpirsîna "Cezayê Derxistina ji Peywira Cemaweriyê" de der barê wî de lêpirsîn hat destpêkirin, bi raporên itirazê yên endamê YOK-YDK'ê ji akademîsyenên muxalîfan re kûmpas hat kirin. Yek jî saziya di salên 1981'an de di serdana derbeyê de hat avakirin, Saziya Hîndekariya Bilind (YOK) e. Ev sazî dê di 6'ê Mijdarê de 36'emîn salvegera xwe pîroz bike. Armanca vê saziyê ew e Xweseriya Akademîk û Zanyariyê bi dawî bike û zanîngehan bigire bin serweriya xwe. Bi taybetî piştî 20'ê Tîrmeha 2016'an OHAL hat îlankirin û bi rêya KHK'an YOK'ê di qada akademiyan de zextên xwe gelekî zêde kir, her çendî tu eleqeya wan bi hewldana derbeyê re jî tune bû, qasî 5 hezar akademîsyen ji kar hatin dûrxistin.   Di vê pêvajoya îxrackirinê de mînakên sosret jî derketin holê û piştrast bû ku YOK'ê bi hincetên pûç û vala gelek mirovên zanyar ji kar avêtiye. Saziya Dîsîplînê ya Bilind a YOK'ê bi hinceta "Propakandaya PKK'ê kiriye" Endamê Hîndekariya Zanîngeha Munzurê Alk. Doç. Şerîf Gurçag Tuna bi "Cezayê Derxistina ji Peywira Cemaweriyê" ji kar avêt. Endamê Lijneya Serweriya Hîndekariya Bilind ê YOK'ê Prof. Dr. Mustafa Altintaş ê endamê Egîtîm Senê ye, bi hinceta dengê dijber daye, der barê wî de jî biryar hat girtin.   'PROPAKANDAYA PKK'Ê KIRIYE'   Li gorî belgeyan lêpirsîna der barê Tuna de, piştî xwendekarê bi navê Samet Yumuşak ji Navenda Ragihandina Serokomariyê (CÎMER) re gilîname şandiye, lêpirsîn hatiye destpêkirin. Kesê gilîkar diyar dike ku ew xwendekarê pola 4'emîn e û ev gilî kiriye: "Tuna her dem di nava perwerdeyê de propaganday PKK'e dike û di nava polê de bi awayekî sergirtî van tiştan di bin hişa me de bi cih dike û der barê van axaftinan de qeydên deng hene, lê ji ber ku telefona min xirab bû qeyda deng jê çû..."   Li ser vê Alîkarê Rektor Rahmî Aydin ji bo lêpirsîn bê kirin kesek peywirdar kir û der barê Tuna de ev tişt hat gotin: "Her dem propagandaya rêxistina terorê ya PKK'ê û qaşo rêberê wê dike û naveroka waneyan diyar dike, dixwaze van tiştan bi xwendekaran bide hînkirin."   NAVEROKA ÎXBARÊ HAT GUHERTIN    Aydin ji bo li şûna rastiya angaştan lêkolîn bike karê wî ewil wekî ku Tuna ka berê cezayê dîsîplînê sitendiye ne sitendiye ji Serokatiya Daîreya Personelan pirs kir û saziya berprsyar bersiva ku Tuna cezayê dîsîplînê ne sitendiye wergirt. Wek karê duyemîn jî lêpirsînvan ji xwendekarên navê wan Dîlan Yalçin û Murat Gulaç jî der barê Tuna de agahî kom kir. Li gel ku Aydin di gilîkirina daxwaznameya mijara lêpirsînê de cih nagire jî îfadeyên di warê Tuna “Mirovan kişandiye nav refên rêxistinê” jî lê zêde kir û îxbarê guherand. Di van îfadeyan de ji xwendekarên din jî hat pirsîn û bersiv hat wergirtin.    ZOR LI XWENDEKARAN KIRIN   Di vê mijara Tuna de zor li Dîlan Yalçin û Murat Gulaç hat kirin ku îfade bidin. Her çiqas Yalçin û Gulaç der barê îfade de agahiya wan tune ye û daxwaznamya di 5’ê Îlona 2017’an de dan YOK-YDK’ê jî lê di vê mijarê de karê der barê wan de hatiye kirin derbasdar qebûlkirin. Li gel van hemûyan ji bo ceza bidin Tuna bi "Cezayê Derxistina ji Peywira Cemaweriyê” rapor hat amadekirin.    YOK-YDK’ê xwe spart vê lêpirsîna bi pirsgirêk ku birêve hat birin û der barê Tuna de ceza berfireh kir. YOK-YDK'ê jî li dijî raporê itiraz kir û destnîşan kir ku xwendekar wekî “tetikkêş, mufterî û mûxbîr” hatine xebitandin.    MAF QEZENC KIRIN NE SÛCE   Lêpirsîna kêm û fermana lêpirsînê, sûcê heyî guhertin, ev guhertina ji aliye YOK-YDK’ê ve jî hat domand. Tabloya li jorê van derewan nîşan dide. Di lêpirsîna rektoriyê vekirî de, dibeje “Tuna tim propagandaye rêxistina terorê ya PKK û rêberê wê dike. Di dersên xwe de tim tiştên wiha bi xwendekaran re parve dikin.” Vê yekê mîna çalakî dinirxîne. YOK û YDK'ê jî vê wekî ‘Bi rêxistinên terorê re dinava çalakiyan de ye, alîkarî dayîna van rêxistinan, derfetên çemaweriyê bi van rêxistinan re parvekirin û propagandeya van rêxistinan kirin’ digohere, dikeve nava hewldana qezenç kirna mafê înfaza ku hatî pêşniyarkirin.      HIQÛQA ŞER PÊK TÎNIN   "Lêpirsînvan, bêyî ku fikarên hiqûqî, qanûnî, exlaqî û wijdanî bifikire, têkildarê endamê me Yrd. Doç. Dr. Ş. Gurçag Tuna de ketiye nava hewldana pêkanîna ‘hiqûqa şer’. Ji ber ku belavoka aştiyê ‘Em nabin hevkarên vî sûcî’ îmze kirin. Bêyî lêpirsîn ji kar hatin avêtin. Bi rik û hêrseke mezin ‘Rapora encamê’ ku di asta qincir de ye pêşkêş kirin. Lêpîrsên bi derewan hat tijekirin.      Lêpirsînvan li gorî qanûna hêjma 2547, qanûna hêjmara 657 û bi van ve girêdayî hikumxarên rêveberiya dîsîplînê tevnegeriyaye. Kar û barên dîsîplînê yên li gorî girtek îmzekirin û tevlêbûna pirtûka bi sond pêdiviyên wê ne anîn cih. Rektor û YOK-YDK'ê rapora lêpirsînên mîna lêpirsîna dîsîplînên qebûl kiriye.    Ji serî heya dawiyê, divê der barê lêpirsînvanên rapor amede kirî û yên qebûl kirin de lêpirsîn bê destpêkirin."     MA / Kenan Kırkaya