Çalakiya Guven di roja 75'emîn de û ya girtiyên din jî di roja 37’an de ye 2019-01-21 13:30:59   AMED - Greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 75'an de ye. Li 59 girtîghan jî zêdeyî 250 girtî 37 roj in di greva birçîbûnê de ne.   Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku di 8'ê mijdara 2018'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû û 75 roj in di grevê de ye. Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a girtiyên din jî di roja 37'an de didome.    Herî kêm 250 girtî bi heman daxwazê di greva birçîbûnê de ne. Bi heman armancê li Herêma Kurdistana Federal li bajarê Hewlêrê, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê û li Galler a Qraliyeta Yekbûyî grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger didomin.   Parêzer Gulşen Ozbek êvara Yekşemê çû Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê lê nikaribû Guven bibîne.   Ozbek ji kesên ku refakatiyê ji Guven re dikin agahî wergirt û diyar kir ku rewşa Guven a tenduristiyê nebaş e û qebûl nake ku muayene bibe. Ozbek wiha got: "Bi fermana Wezareta Tenduristiyê hejmara kontrolên tenduristiyê hatiye zêdekirin. Lê belê Leyla Guven qebûl nake ku muayene bibe."