Wekilê HDP'ê Ozguneş: Vîna gel xezp dikin 2019-01-21 09:02:29 ŞIRNEX - Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, bal kişand ser hilbijêrên bê ûsûl qeyda wan hatiye guhertin û wiha got: "Li tevahiya Şirnexê bê qanûn û bê ûsûl qeyd hatine guhertin û li cihê cuda hatine qeykirin. Rayedarên dewletê û AKP'ê bêyî agahiya hilbijêran jê hebe qeydên wan guhertine. Lê em bang li hilbijêran dikin û dibêjin; Neyên lîstikê. Hûn li ku bin dengê xwe li wir bavêjin sindoqê.  Ji hilbijartina 31'ê Adarê re 2 meh û 10 roj ma. Ji niha de AKP û rayedarên dewletê ketine nava lîstik û fenan. AKP'ê ku heta niha bi rêbaza maqarna, komir, sarinç, cilşo, kar û qeyûman encam bi dest nexist, vê carê cihê nifûsa hilbijêran diguherîne. Piştî lîsteya hilbijêran li muxtariyetan hatin daliqandin hat ditin ku li bajarên Kurdistanê bi hezaran hilbijêrên biyanî hatine li ser navnîşanên ku pîn, kom, xaniyên xerabe hatine qeydkirin. Dîsa li hin daîreyan bi sedan kes hatine qeyd kirin. Duh Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî dun daxuyani da û got "Li 26 bajarên me yên rojhilat li 37 hezar û 710 navnîşanan qeydên ne rast û neheq hatiye kirin" Herî zêde jî li Sêrt, Şirnex, Îdir, Colemêr, Riha û gelek bajarên din kesên biyanî zêde hatin qeydkirin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, bal kişand ser hilbijêrên bê ûsûl qeyda wan hatiye guhertin û wiha got: "Li tevahiya Şirnexê bê qanûn û bê ûsûl qeyd hatine guhertin û li cihê cuda hatine qeykirin. Rayedarên dewletê û AKP'ê bêyî agahiya hilbijêran jê hebe qeydên wan guhertine. Lê em bang li hilbijêran dikin û dibêjin; Neyên lîstikê. Hûn li ku bin dengê xwe li wir bavêjin sindoqê.  Rayedarên AKP'ê bêyî vina kesan agahiyên nasnameyên wan birine nifûsê û li gorî xwe cihê qeyda wan guhertiye. Rayedarên AKP'ê agahiyên nasnameyan girtine û li midûriyetên nifûsê li gorî xwe qeydên wan çêkirine. Me ev yek îtîraz kir û me li daxwaznameyê aşkere kir ku van kesan forumê serlêdanê nekirine. Bi vê rêbazê dixwazin ji niha de qeyûmê duyemîn tayîn bikin. Dewlet û rayedarên AKP'ê bêyî agahiya welatiyan hebe qeydên wan diguherîne. EV yek li dijî qanûnan e. Tu hiqûq, zagon û wîcdan vê yekê qebûl nake. Bi Hîle û lîstikan dixwazin qeyûmên duyemîn tayînî bajaran bikin. Ev hilbijartin li dijî hiqûq û demokrasiyê ye. Ji niha re meşrûtiyeta xwe winda kiriye."    Ozguneş herî dawî bang li hilbijêran kir û wiha got: "Em bang li hemû hilbijêran dikin ku neyên lîstikan û her kes li cihê xwe dengê xwe bikar bîne. Bila vîna gel neye xezpkirin. Ger ku vîna gel bê xezpkirin êdi dê birîna civakî carek din neyê cebirandin."