ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2019'AN 2019-01-21 09:00:42 * Namzeta Hevşaredariya Rezan a Amedê û Endama MYK'ê ya HDP'ê Zubeyde Zumrut, diyar kir ku hilbijartina rêveberiyen herêmî ji bo wan referandum e û berî her tiştî ew dê hişmendiya qeyûmê ji bajêr paqij bikin.  * Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, bal kişand ser hilbijêrên bê ûsûl qeyda wan hatiye guhertin û wiha got: "Li tevahiya Şirnexê bê qanûn û bê ûsûl qeyd hatine guhertin û li cihê cuda hatine qeykirin. Rayedarên dewletê û AKP'ê bêyî agahiya hilbijêran jê hebe qeydên wan guhertine. Lê em bang li hilbijêran dikin û dibêjin; Neyên lîstikê. Hûn li ku bin dengê xwe li wir bavêjin sindoqê.    * Dadgehê der barê Helîn Hasret Şen a li Amedê di qedexeya derketina kolanan de polîsan li serê wê xist û kuştin, Wezareta Karên Hundir sûcdar kir û biryar da ku Wezaret 314 hezar TL pereyê tazminatê bide malbata Şen.    * Civaka Edaletê ya ji bo Mexdûran, bi 3 hezar û 776 beşdarên mexdûr re hevditin kir û Rapora maliyeta civakî ya 2 salên OHAL'ê amade kir. Civaka Edaletê dê raporê li Otela Hîl a Taksimê bi raya giştî re aşkere bike. (11.00)