Li kolanên Ewropayê dirûşmeyên "Daxwazên Guven, daxwazên me ne" bilind bû 2019-01-20 21:31:11     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran welatiyên li Ewropa dijîn, li paytexta Fransa Parîs û bajarên Bordeaûx û Marsîlya, li paytexta Avûstûrya Viyanayê ji bo piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê meşên girseyî pêk anîn. Girsê dirûşma "Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye" berz kirin.      Çalakiyên ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan didomin. Li paytexta Fransa Parîs û bajarên Marsîlya û Bordeaûxê meşên girseyî hatin lidarxistin. Girsê li paytexta Avûstûrya Viyanayê jî standa agahdarkirinê danîn.    PARÎS     Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Fransa Parîsê dijîn ji bo balê bikêşin li ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamnetera HDP’ê Leyla Guven ku çalakiya wê di roja 74’an de ye meş û mîtîngek lidarxisitn. Çalakî li ser banga Civaka Demokratîk a Kurd ya Fransa (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-E) li Qada Repûblîqûeyê pêk hat û nûnerên ACTIT, SKB, partî û rêxistinên Fransayê beşdar bûn. Parlamenterê Partiya Komunîst a Fransa yê Ewropa Patrîck ve Hayrîc, Endamê Koordînasyona Tevgera Nebez û Partiya Çep Danîelle Sîmonnet, parlamenterê Partiya Çep Erîc Cocrel axivîn û diyar kirin ku rewşa Leyla Guven gelek kiritîk e û banga demildest ketina nava tevgerê li Konseya Ewropa, CPT û hikûmeta Fransayê kirin. Girse piştre bi pankartên "Em hemû Leyal Guven in", "Ji Ocalan re azadî" meşiyan û dirûşmeyên protestokirina Tirkiye berz kirin.   Li Qada Chatelet meş veguherî mîtîngê. Hevserokê CDK-F Vedat Bîngol û nûnera TJK-F Bêrîvan Firat axvivîn û diyar kirin ku pêvajoya Leyla Guven tê de gelek kiritîk e. Çalakî bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana zindanan’ bi dawî bû.   BORDEAÛX   Li bajarê Fransa Bordeaûxê jî Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocala û pêkanîna daxwazên Leyla Guven meşek lidarxistin. Di meşê de girsê bê navber dirûşmeyên "Berxwedan jiyan e", "Bijî Serok Apo" berz kirin.  Dawiya meşê Hevserokê NCDK axivî û ji bo çalakiyan banga tevlîbûna bihêz kir.   MARSÎLYA   Li bajarê Fransa Marsîlyayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger tecrîda li ser Ocalan hate protesto kirin. Di çalakiyê de peyama “Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne’ û berxwedana grevên birçîbûnê yên li Hewlêr, Strasboûrg û li bajarên din hate silavkirin. Girseya gel li Qada Canabiere li hev civiyan û heta Qada Vîeûx-Port meşiayn. Zêdetirî 2000 kes beşdarî meşê bûn, wêneyê Ocalan û ala PKK’ê hate hildan. Komê di çalakiyê de salvegera êrîşên Tirkiye ên li ser Efrînê şermezarkirin û dirûşmeyên "Kujer Erdogan", "Bijî berxwedana Leyla Guven" û "Bê Serok jiyan na be" berz kirin. Li Qada Vîeûx-Port meş veguherî mîtîngê. Siyasetmedara Kurd Dîlek Ocalan a li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye bi rêya telefonê beşdarî mîtîngê bû û axivî. Piştre siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan jî axivî û banga xwedîderketina li berxwedanê kir.   VIYANA   Li paytexta Avûstûrya Viyanayê ji bo bal kişandina greva birçîbûnê ya Leyla Guven û grevên din girsê standa agahdarkirinê danî. NCDK Viyana li Stephanplatzê stand danîn û Wêneyên Ocalan û Guven li standê daliqandin û belavok belavkirin.