‘Rêya şikandina faşîzmê rakirina tecrîdê ye 2019-01-20 21:10:39   STENBOL - Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan a Marmarayê bi armanca balê bikişînin ser tecrîdkirina Ocalan civînên gel pêk anîn. Rêveberê HDP'ê yê Stenbolê Ramazan Tuncer, diyar kir ku ji bo şikandina faşîzmê pêwiste tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe.   Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan a Marmarayê bi armanca balê bikişînin ser tecrîdkirina Ocalan, li avahiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navçeyên Sancaktepe Gaziosmanpaşa û Başakşehîrê civînên gel pêk anîn. Li salonên ku civîn pêk hatin de pankartên "Leyla Guven mafdar e, divê teqez tecrîda mutlak bi dawî bibe" vekirin. Di civînan de ligel endam û rêveberên HDP û DBP'ê gelek welatiyên din jî amade bûn. Di civînen gel de Rêveberê HDP'ê yê Stenbolê Ramazan Tuncer, diyar kir ku ji bo şikandina faşîzmê pêwiste tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Rêveberê HDP'ê yê Stenbolê Fener Gunana, jî anî ziman ku niha 256 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye û wiha got: "Hin girtiyên di grevê de rewşa wan krîtîk e. Leyla Guven herî dawî daxuyani da û diyar kir ku heta tecrîd ranebe di çalakiya xwe de bi biryar û israr e. Dîsa girtiyên din jî di çalakiya xwe de bi biryar in."