Ciwanên HDP'î ji bo Guven meşiyan 2019-01-20 20:54:13 AMED - Komek endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Amedê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven meşek li dar xistin. Ciwanan bi dirûşmeyen xwe dengê xwe li nava kolanên taxê belav  kir û bala welatiyên taxê kişandin ser xwe.    Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Amedê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven a greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger, meşek meşaleyî pêk anîn. Meclîsa Ciwanên Amedê bi şîara "#LeylaLiBerxweDideCiwanDimeşin" meşek girseyî pêk anîn. Meclisa ciwanan li ser hesabê xwe yê twîtterê yê bi @HDPGencMeclisi dîmenên çalakiyê belav kirin. Ciwanan di meşê de dirûşmeya "Daxwaza Leyla daxwaza ciwanan e" û "Bila tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe" "Leyla Guven Rûmeta me ye", "Bijî berxwedana Zindana", "Bê serok jiyan nabe" "Ciwan fedaiyên Apo ne" berz kirin.    ÇALAKIYA GUVEN 74 ROJ LI PEY XWE HIŞT    Greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratik (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 74 roj li pey xwe hişt. Çalakiya Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê berdewam dike.  Rêzeçalakiyên ji bo piştevaniya Guven roj bi roj berbelav dibin. Li ser change.org’ê kampanyaya îmzeyan a navnetewî hat destpêkirin. Kampanya îmzeyan di nava 24 saetan de 3 hezar îmze derbas kir.