Keskîn: Ji bo em Guven bidin jiyandin divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe 2019-01-20 16:39:17 STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, bal kişand ser çalakiya greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger a Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û wiha got: “Erka me jiyandina Guven e. Lê ji bo em Guven bidin jiyandin jî divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe. Ji bo vê yekê divê em muxalefeta civakê derxin pêş." Keskîn hêzên muxalif û demokratîk jî rexne kir û pirsa "Îro çima hêzên muxalif ji bo Leyla danakevin qadan?"    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a 74 rojin bi armanca dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê di grevê de ye û girtiyên siyasî yên bi heman armancê di çalakiye de ne, lixa ÎHD'ê ya Beyoglu panel pêk anî. ÎHD'ê bi navê “Di wateya mafên mirovan de tecrît û grev" panel pêk anî. Di panelê de Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin, Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî u Endamê Rêveberiya Odeya Tabîban a Stembolê (ÎTO) Murat Ekmez di panelêde axivîn.    ‘DAXWAZA GUVEN PIR ZELAL E'   Ewil Hevseroka Şaxa ÎHD'ê  Stenbolê Gulseren Yolerî, axivî û wiha got: "Greva birçîbûnê yek ji rêbazên lêgerîna mafan e. Parazvanên mafên mirovan naxwazin ku çalakiyên greva birçîbûnê pêk bên. Lê ji ber ku li girtîgehan pêkanînen keyfî û tecrîd heye, girtî li dijî vê tecrîda gran ketine çalakiya greva birçîbûnê. Îro tecrîd girantir bûye. Divê ev tecrida bûye îşkence teqez bi dawî bibe. Leyla Guven li dijî tecrîde 74 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Daxwazên wê pir aşkere ne. Guven hem wekî işkence dixwaze tecrîd bi dawî bibe û hem jî ji bo aştî û demokratîkbûna Tirkiye dixwaze tecrîd bi dawî bibe. Ji ber vê yekê bandora xwe li civakê dike."    'VÎTAMÎNA B1 NADIN ÇALAKGERAN'      Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê Zeynep Ceren Boztoprak jî bal kişand ser îhlalên li ser mafên girtiyan û wiha got: "Ji bo îhlalên li ser mafên girtiyan bi dawî bibe me platform ava kir. "Em girtiyên li Tirkiye û Kurdistanê ziyaret dikin. Îro li zêdeyî 30 girtîehan zêditirî 236 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye. Em bi rêveberiyên girtîgehan re hevditin dikin ji bo ku mafên mirovan pêk nêyên. Lê mixabin li gel vê yekê Vîtamîna B1 nadin girtiyan. Divê venêrtina tibbî pêk bê. Lê ev yek pêk nayê."    ÇIMA LI DIJÎ GUVEN BÊ ELEQEBÛN HEYE?    Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û wiha got: "Tecrîd berdewama feraseta Partiya Îttihat û Terakkî ya li dijî muxalifan pêk tîne ye. Divê em li vir niqaş bikin ku çima Leyla Guven ketiye greva birçîbûnê. Daxwazên Leyla Guven zelal in û li dijî tecrîdkirina li Îmraliyê ye. Li dijî astengiyên hevdîtina malbal, parêzer û heyetê ya bi Ocalan re ye. Ji ber vê yekê divê teqez em van daxwazan niqaş bikin. Hêzên ku dibêjin em muxalif in di vê mijarê de di ezmûnê re derbas bibin. Çima eleqeya ji bo Nuriye û Semih ya greva birçîbûnê ew qas zêde bû, Çima eleqeya ji bo Leyla Guven tune ye? Divê hemû hêzên muxalif vê pirsê ji xwe bipirsin. Îro li hemberî çalakiya Leyla Guven pir kêm e. Çima? Qet ne tirs e. Dema ji bo Nuriye û Semih mirov daketin kolanan OHAL hebû. Lê mirov dîsa li kolanan bûn. Îro çima ev hêzên demokratîk û muxalif ji bo Leyla Guven danakevin qadan. Çima? Îro ÎHD vê panelê pêk tîne. Hûn çima ne li vir in? Divê hêzên muxalifet vê pirSê ji xwe bike."     TIRKIYE LI DIJÎ HIQÛQA XWE TEV DIGERE   Keskîn, destnîşan kir ku Tirkiye li diji Hiqûqa xwe tev digere û wiha bi dawî kir: "Ez ji 12 parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yek im. Wê demê tişta nehat serê min nema. 6 mehan em neçûn malên xwe. Me dît ku Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê li gori qanûnên Tirkiye bi rêve naçe. Ji roja Ocalan çûye Îmraliyê tecrîdê jî dest pê kiriye. Dema me serî li Serdozger dida serdozger digot 'Serî li fermandar bidin' Li gorî zagonan divê erk di destê dozger de be. Lê erka dozger di destê fermandar de bû. Divê berî her tiştî ev yek bê niqaşkirin. Hiqûqa navxweşî bi xwe pêk nînin. Îro Guven, li dijî vê bê hiqûqiyê di grevê de ye. Li dijî her tiştî mirin daye ber çavan. divê em guven bidin jiyandin. Ji bo vê yekê jî divê tecrîd bi dawî bibe. Ji bo vê yekê divê em muxalefeta civakî xurt bikin. "    'DIVÊ HEYETA BIJÎŞKAN KARIBE BIÇIN GIRTIGEHAN'    Endamê Rêveberiya Odeya Tabîban a Stembolê (ÎTO) Murat Ekmez jî xwest heyeta bijîşkan a serbixwe karibe bi awayekî hêzan biçe li girtîgehan rewşa girtiyan kontrol bike û wiha got: “Li girtîgehên Tirkiye bi giştî ne pêkan e em karibin rewşa girtiyan bişopinin û kontorl bikin. Divê demek berî demekê em bijîşk karibin biçin girtîgehan û tenduristiya girtiyan kontrol bikin."