Înîsiyatifa Derûnînasên Mezopotamya: Daxwaza Leyla daxwaza civakê ye 2019-01-20 13:11:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Însiyatîfa Derûnnasên Mezopotamya, bi daxuyaniyekê piştgirî dan çalakiya Leyla Guven û diyar kirin ku daxwaza Leyla Guven û girtiyên din daxwazên civakê ne. Înîsiyatifê ji rayedaran xwest ku bi lez daxwazên Leyla Guven û girtiyên din pêk bînin.  Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye her ku diçe li girtîgehan belav dibe. Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, di roja 74'emîn de berdewam dike. Çalakiya Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz ya li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kiriye jî di roja 61'an de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya li Strasbaurg jî di roja 35'ê û çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 36'emîn de berdewam dike. Niha nêzî 239 girtî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger berdewam dikin.   Însiyatîfa Derûnnasên Mezopotamya, bi daxuyaniyekê piştgirî da Leyla Guven û girtiyên din. Înîsiyatifê diyar kir ku grevên birçîbûnê ji bo guhertina şert û mercên şexsî û civakî tê girtin û wiha got: "Grevên birçîbûnê ji bo parastina mafên civakî di dinyayê de wekî mafekî tê naskirin. Greva birçîbûnê ya bi Leyla Guven re dest pê kir ket roja 74'emîn û li dehan girtîgeh û sedan girtiyan belav bû. Gelek girtî gihaye asteke talûke. Gav bi gav, kêlî bi kêlî mehkûm nêzî mirinê dibin û mixabin rewş dibe sedema pirsgirêkên mayînde.    Bi grevên birçîbûnê tê fêmkirin ku navbera rayedar û çalakîkeran mûzakereyeke rêk û pêk nehatiya çêkirin. Ji bo çareseriyê dûrbûnek heye.  Mixabin gava mijar dibe greva birçîbûnê ev dûrbûn di civakê de jî xuya dike, nav mirovan de berberiyeke siyasî çêdibe, sedema çalakiyê naye dîtin, îradeya ku kesek ji bo daxwazên xwe mirinê bide ber çavan naye dîtin û çalakî û çalakîker wekî marjînal tên hesibandin. "    DAXWAZA LEYLA DAXWAZA CIVAKÊ YE   Înîsiyatifê destnîşaın kir ku mixabin dibînin ku zanistên civakî xwe ji mijarên siyasî xuya dikin bi zanebûn dûr digre û wiha bi dawî kir: "Em wek derûnnasan dibêjin, zanistên civakî û taybetî zanista derûnnasiyê divê bala xwe bide meseleyeke ku mirov bi îrada xwe dest bi çalakiyeke ber bi mirinê bikin ji ber çi ye û çawa dibe.    Em dibêjin daxwazên Leyla Guven û mehkûmê din, daxwazên civakê ne jî. Ji bo mirov û civakeke tendûristî divê rayedar guh bidin daxwazan.    Em naxwazin zerareke giran bigihe mirovan û civakê. Loma ji bo berpirsiyaran em bangî rayedaran dikin. Em ji bîr nekin ku jiyan bi qiymet e. Grevên birçîbûnê piştguh nekin. Mirinê bisekinînin. Êdî em naxwazin behsa mirinan bikin.    Ji bo laş û mêjiyê mirovan de nexweşiyên mayînde pêk neyên em hêvî dikin ku rayedar berê xwe bidin rêyên çareseriyê. Em hember mirinê jiyanê diparêzin û em ê her tim biparêzin."