HDP’î dê ji bo Oyku Arîn a bi nexweşiya losemiyê xwîn bikin 2019-01-20 12:37:20   ENQERE - HDP, dê ji bo Oyku Arîn Yazici ya bi nexweşiya losemiyê ye xwîn bidin.    Partiya Demokrtîk a Gelan (HDP),  ji bo zaroka 3 sal û nîv Oyku Arîn Yazici ya bi nexweşiya losemîyê ye û hemû zarokên bi nexweşiya losemiyê, banga xwîn dayîn kir. HDP’ê di serî de ji hemû parlementer û şêwirmendên wan û hemû kesan xwest ku bi awayekê komî bi hevre di 21’ê Çile de biçin Navenda Xwîn Dayîna Kizilay a Enqerê û xwîn bidin.    HDP’ê di banga kir de wiha got: “Em xwîn bidin û ji bo Oyku Arîn û zarokên mîna wê bibin hêvî.”