8 kes li Erdîşê hatin binçavkirin 2019-01-20 12:20:15   WAN – Li Erdîşê, di serdegirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin.   Li tax û navenda navçeya Erdîşê ya Wanê, di serdegirtina malan ên serê sibê de, welatiyên binavê Begalî Duduk, Şevket Koska, Yaşar Şengul, Cengîz Sancar, Reşît Guler, Faruk Can, Salîh Guler û  Osman Uktar hatin binçavkirin.    8 kesên ku hinceta binçavkirinên wan nehat zanîn, birin Midûriyeta Polîsan a Erdîşê.