Welatiyên Amedî: Em dengê Leyla Guven bilintir bikin 2019-01-20 11:18:18 AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê duh li Amedê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û zêdeyî 250 girtiyên zindanan a li dijî terîdkirina Ocalan, bi tevlêbûna deh hezaran mîtîng pêk anîn. Welatiyên Amedê ku tev li mîtîngê bûn, diyar kirin ku Leyla Guven li dijî hişmendiyekê liber xwe dide û xwest her kes dengê wê bêtir bilintir bikin."  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duh bi armanca balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya “Demokrasî, Aştî û Azadî” mîtîngekê pêk anî. HDP'ê bi tevlêbûna deh hezaran kesan piştgirî da Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û zêdetîrî 250 girtiyên siyasî yên li girtîgehê di çalakiya bêdem û bêdorveger de. Di mîtingê de Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye, ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji bo mîtînga partiya xwe HDP'ê peyam şand û got: "Tecrîda li ser Rêzdar Ocalan, li pêş mayindbûna aştiya civakî asteng e. Em dê berxwedana xwe bigînin serfiraziyê.  Ev gelê berxwedêr, jinên dildarê azadî û demokrasiyê, ciwan, bi rista ku ji Dehaq û vir ve li dijî yê zalim radibin, careke dî jî wê bi vê rista xwe rabin û berdêla wê çi dibe bila bibe bi ser bikevin. Bi bawerî û vîna xwe em ê  dawiya vê berxwedana xwe  bigihînin serfiraziyê.    Gelê Amedê ku tev li mîtîngê bûn diyar kirin ku daxwaza Leyla Guven daxwaza wan e û xwest demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe.    ‘TEQEZ EMÊ BI SER BIKEVIN'   Welatiyê tev li mîtîngê bû Sedat Turlu, diyar kirku Leyla Guven ji bo azadiya her kesî li zindanê di greva birçîbûnê de ye û wiha got: “Ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo azadiya hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê di greva birçîbûnê de ye. Tişta dikeve ser milê me em piştgiriyê bidin çalakiya wê ya li dijî tecrîdê. Çalakiya Leyla rewa û mafdar e. Tewez em dê bi ser bikevin."    Welatî Fatma Timur jî bal kişand ser girîng û wateya çalakiya “Leyla Guven û wiha got: "Daxwazên Leylayê daxwazên me ne. Em li daxwaz û çalakiya Leylayê xwedî derdikevin. Ji bo Leyla dawî li çalakiya xwe bîne divê demek berî demekê daxwazên wê pêk bên û hikûmet gavan bavêje."   Welatî Mehmet Goktekin jî xwest tecrîd bi dawî bibe û wiha got: “Divê teqez tecrîd bi dawî bibe. Ji bo vê yekê divê her kes deng bidin dengê Leyla Guven."  Welatî Muharrem Çelik, jî anî ziman ku li pişt çalakiya Leyla Guven in û wiha got: "Divê êdî her kes dengê xwe bilind bike û têvevin nava tevgerê."    ‘CIVAK XISTINE NAVA CENDEREYÊ'   Welatî Aydin Erdem jî anî ziman ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi armanca tecrîd bi dawî bibe û hişmendiya li ser gelê kurd şermhezar bike dest bi vê çalakiyê kiriye û wiha got: “Di sedsala 21’an de mirov bedena xwe feda dikin. Ev nîşan dide  ku ev pergal çiqas xetar e û dixwaze civakê têxe nava cendereyê. Di şexsê Leyla Guven de dive her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin û deng bidin dengê Leyla. Em soz didin ku em dê li pişt Leyla Derkevin."    Welatî Metin Aslan, jî anî ziman ku ji bo bibin dengê Leyla Guven hatine tev li mîtîngê bûne û wiha got: "Bêyî ku agahiyek neyînî ji rewşa girtiyên li girtîgehan li ber xwe didin bê guhê me, divê em tev derkevin kolanan û dengê xwe bilind bikin. Daxwazên wê rewa û mafdar in. Divê bêtir em li daxwazên wê xwedî derkevin û bilind bikin."    'JI BO GEL KET GREVA BIRÇÎBÛNÊ'   Welatiya Amedê Şefîka Alkan jî destnîşan kir ku Leyla Guven û hemû kesên ketine grevê, ne tenê jibo xwe ji bo hemû gelê kurd ketine grevê û wiha got: “Can û ruhê me bi Leyla Guven re ye. Em dê bi ser bikevin. Teqez em dê bi ser bikevin."    Endama KCD'ê Mekiye Guzel jî anî ziman ku Hevseroka wan Leyla Guven bi armanca dawî li tecridê bê dest bi greva birçîbûnê kiriye û wiha got: “Ev tecrîd ne tenê li ser Birêz Abdullah Ocalan  tê meşandin. Ev tecrîd li ser hemû gelê Rojhilata Navîn tê meşandin. Ger ku tecrîd bi dawî bibe dê aştî, demokratî û azadî li Tirkiye û Rojhilata Navîn belav bibe. Leyla Guven mafdar e. Daxwaza Leyla Guven daxwaza hemû gelan e. Daxwaza hemû gelê Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Divê bi lez vê daxwaza Birêz Guven pêk bînin û tecrîdê bi dawî bikin."     ‘GUVEN GIRTÎGEH KIR MECLÎS'   Guzel, anî ziman ku Leyla Guven Girtîgeha Amedê zîvirand meclîsê û wiha bi dawî kir: "Li meclîsa Enqereyê edalet pêk nayê. Pirsgirêka gel li Enqereyê nayê axaftin. Lê Leyla Guven girtîgeha Amedê kir meclîsa Tirkiye û Rojhilata Navîn. Ji ber ku li wir li edalete digere. Li aştî, demokrasî û çareseriyê digere. Ji bo tecrîd bi dawî bibe li ber xwe dide. Ji ber vê yekê em piştgiriyê didin berxwedana Leyla Guven. Demek beriya demekê divê tecrîd bi dawî bibe Divê hêzên demokrat ên navneteweyî bi lez gavan bavêjin."