Di sir û seqema pileya 20 de heywanan di ava derman de dişûn 2019-01-20 10:59:57 WAN - Sewalkarên li taxên çiyayî yên Rêya Armûşê dijîn, salê gelek caran li dijî mişexur, qirni, kêç û sipiyan heywanan di ava bi derman de dişûn.    Sewalkarên li taxa Dîbeklî ya çiyayî yên navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dijîn, sir û seqama pileya 20 de pezên xwe salê çend çaran li dijî mişexur, qirni, kêç û sipiyan di ava bi derman de dişûn. Welatî salê herî kêm 10 caran pezên xwe bi vî awayî dişûn û bi vê rêbazê nahêlin pezê wan nexweş bikevin.    JI NEXWEŞIYAN DIPARÊZE   Nûrûllah Elçî yê vî karî dike, diyar kir ku ew her tim pezê xwe di ava bi derman de dişûn û wiha got: “Ji bo ku pezê me nexweş nekeve emê wan di ava derman de dişûn. Ev serşûştin pezême ji nexweşiyan diparêze. Ger em vê serşûştinê nekin, pêzê me dê nexweşiya mişexûrê bikevin û bimirin. Em derman dixwin nava bîdonan ava tije û dûre dest bi şûştina pez dikin. Em pezê xwe yek bi yek di vê avê de dişûn. Hewa sara û ev karek pir zehmete. Lê em neçarin ku vî karî bikin. Divê heya biharê pezê me nexweş nekin û bi saxlemî bikevin biharê.”