Ji Navenda PEN'a Navneteweyî ji bo Nedîm Turfend kampanya îmzeyan 2019-01-20 09:36:32 AMED - Dr. Zerdesht Haco, li ser nave Navenda PEN'a Navneteweyî bang li endam, berendam û hogirên PEN'a Kurd kir û xwest her kes ji bo azadiya Nedîm Turfend îmzeya xwe ji navenda wan re bişînin.  Dr. Zerdesht Haco, li ser navê Navenda PEN'a Navneteweyî bang li endam û berendamên Navenda PEN'a Kurd kir û xwest ji bo nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) serbest bê berdan, îmze bişînin. Navenda PEN'a Navneteweyî, destnîşan kir ku Nedîm Turfent 1000 roj e girtî ye û wiha got: "Nedim Turfent, peyamnêrê acansa DIHA di 12'ê Gulana 2016 de ji aliyê dewleta tirk ve hate girtin. Dewleta tirk davêje ber, ku ew "endamê rêxistineke têroristî" ye û "propagandaya têrorizmê dike." dest bi çalakiya daneheva îmzeyan dikin. Navendê xwest ji bo berdana Nedîm Turfent bê berdan îmzeyan ji navnîşana ku li ser navê Nedîm Türfent a nedimtuerfent@pen-kurd.org re bişînin.    Navendê da zanîn ku îmzeyên hatin komkirin ew jî dê ji PENa Navneteweyî re bishînin. Navendê destnîşan kir ku kesên dixwazin îmze bişînin tenê nav, paşnav û bajar an jî welatê xwe binivîsin û ji maîla: nedimtuerfent@pen-kurd.org re bişînin.