Li Basayê ji 638 kesan tenê qeyda 15 kesan hat betalkirin 2019-01-20 09:04:10 ŞIRNEX - Li Basayê gelek jê cerdevan û leşker 638 kes bi awayekî nelirê li ser navenda navçeyê hatibûn qeydkirin. Rêxistina HDP'ê ya Basayê têkildarî vê yekê serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê da. Lê belê desteya hilbijartinê tenê ya 15 kesan betal kir.    Li navçeya Basa ya Şirnexê di 6 mehên dawî de hejmara hilbijêran nêzî 700 kesî hat zêdekirin. HDP'a navçeyê têkildarî vê serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê da. Li gorî serlêdan û îtiraza HDP'ê derket holê ku gelek jê cerdevan û leşker 638 kes ji gund û derdorên bajêr li ser navenda navçeyê hatine qeydkirin.    TENÊ QEYDA 15 KESAN HAT BETALKIRIN    Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê îtiraza HDP'ê nirxand û duh biryar da. Desteyê di bersiva xwe de derpêş kir ku ji 638 kesên navborî tenê 15 kes jê li navenda navçeyê rûnanên û qeyda 15 kesên navborî betal kir.    WÊ HDP LI DESTEYA HILBIJARTINÊ YA BAJÊR ÎTIRAZ BIKE    Lê belê rayedarên HDP'î bertek nîşanî vê yekê dan û destnîşan kirin ku kesên qeyda wan nehatine beralkirin piranî jê cerdevan û leşkerên li gundê derdorê ne û ji bo qeyda van kesan jî bê betalkirin wê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr bidin.