Piştî şaredarê DYP'î yê berê kirin namzet AKP tev li hev bû 2019-01-20 09:03:26   MÊRDÎN -  Piştî AKP'ê li navçeya Artûklû ya Mêrdînê şaredarê DYP'î yê berê kir namzet, di nav partiyê de rageşiyek rû da. Piştî kardêr Şakîr Nûhoglû û piştgirên wî ku li navçeyê û di nav partiyê de tê naskirin diyar kirin ew ê "dengê spî" bi kar bînin, Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû ket dewrê.    Piştî AKP û MHP'ê ji bo hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê îtifaq çêkirin di navbera hin nazmetan de rageşiyek rû da. Yek ji evan deran jî Mêrdîn e. AKP'ê ji bo Şaredariya Mezin a Mêrdînê Mehmet Vejdî Kahraman nazmet nîşan da. Piştî vê hin kesan îtiraz kir. Yek ji kesên herî zêde ji bo namzetiya wî tê îtirazkirin jî namzetê Şaredariay Artûklûyê Abdulkadîr Tûtaş e. Tûtaşi di sala 1994'an de ji DYP'ê bibû şaredar û du serdeman li ser hev şaredarîtî kiribû. Tê diyarkirin ku rasterast têkiliya wî bi Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû re heye. Her wiha tê diyarkirin ku dîsa Soylû namzetên Dêrik û Qoserê jî diyar kirine.    ÎTIRAZ KIRIN    Kesên herî zêde li dijî namzetiya Tûtaşi derdikevin jî Şakîr Nûhoglû û alîgirên wî ne. Piştî Nûhoglû di hilbijartina herêmî ya 2014'an de ji aliyê AKP'ê ve wekî namzet nehatibû nîşandan, Nûoglû tevî alîgirên xwe ji Saadet Partiyê bibû namzet û 18 hezar deng girtibûn. Li gorî agahiyên bi dest ketin, li Taxa Kabala hilbijêrên ereb ên piştgiriyê didin Nûhoglû diyar kirine ku ew ê hilbijartinê boykot bikin. Hat hînbûn ku Nûhoglû di vê hilbijartinê de ji tu partiyê nebûye namzet. Îdiaya ku tê derpêşkirin ev e ku bi milyonan pere deynê şîrketên Nûhoglû yên bacê hene û piştî liv û tevgera xwe ya 2014'an wekî "qaçaxê bacê" hatibû diyarkirin.    Li ser van îdiayan me xwe gihand Nûhoglû, lê belê îdia li derewê qelibandin û got: "Ez ji dewletê hez dikim. Ev ne rast in. Kesên van îdiayan davêjin holê bila îspat bikin."    Piştî namzetiya Tûtaşi teqez bû, çend roj berê di çapemeniya herêmî de jî diyar bûbû ku Nûhoglû û hin malbatên ereb ên li Taxa Kabalayê li hev civiyane û rewşa heyî nirxandin. Nûhoglû, anî ziman ku wî nexwestiye di vê hilbijartinê de bibe namzet, lê belê ji ber partiyê pir israr kiriye û bûye bernamzet û ji ber tiştên niha tên kirin nerihet e. Nûhoglû, bilêv kir ku rayedarên sereke yên partiyê jê re gotine "namzet tu wî" û ew pîroz kirine. Nûhoglû di civînêd e got: "Walî, paşe, siyastemedar geriyan. Di roja dawî de ji me stendin û dan hin kesên din. Eger xwedî li me neyê derketin wisa xuyaye em ê di vê hilbijartinê de 'dengê spî' (pusûla vala, boykot) bi kar bînin."    Her wiha hin malbatên nêzî Nûoglû jî bertek nîşanî namzetiya Tûtaşi dan û diyar kirin ku ew ê dengên vala bi kar bînin.    SOYLÛ KET DEWRÊ    Piştî vê mijarê, hat hînbûn ku duh Wezîrê Karê Navxweyî hatiye bajêr û ketiye dewrê. Soylû di 18'ê Çileyê de hat bajêr û li gorî agahiyên bi dest ketin wî û Nûhoglû hevdu dîtiye û ji Nûhoglû xwestiye dev ji vê helwesta xwe berde.    Nûhoglû, diyar kir ku wî ne erênî ne jî neyînî bersiva Soylû nedaye û biryra biryara gelê Kabalayê ye.    HEVDÎTINÊ PIŞTRAST KIR    Nûhoglû, diyar kir ku wî û Soylû hevdu dîtiye lê belê der barê hevdîtinê de agahî nedan. Nûhoglû, anî ziman ku ew naxwaze bibe namzet û ji bo dengdayînê jî got: "Xwedê mezin e. Em nizanin çi nîşanî me dide."