'Li holê serokwezîr tune ye, lê qedexeyên wî hene' 2019-01-20 09:02:50   STENBOL -  Parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn ku ji bo li tev li merasîma Xelata Martin Ennals bibe û biçe Cenevreyê serlêdana ji bo pasaportê kir, lê belê pasaport nedanê. Keskîn bi bîr xist ku dadgehê qedexeya derketina derveyî welat betal kiriye û got: "Li ser daxwaza Wezareta Karên Navxweyî Serokwezîrtiyê derketina min a derveyî welat qedexe kiriye. Li holê serokwezîr tune ye, lê belê qedexeyên wî didomin."    Wê di 13'ê Sibatê de li bajarê Cenevre yê Swîsreyê merasîma Xelata Martin Ennals bê lidarxistin. Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ji bo tev li merasîmê bibe ji bo pasaportê serlêdan kir, lê belê pasaport nedanê. Wekî hincet jî hat gotin ku li ser daxwaza Wezîrareta Karên Navxweyî serokwezîrtiya berê derketina derveyî welat lê qedexekiriye.    Keskîn, destnîşan kir ku ew ji bo sedemeke din naçe derveyî welat, tenê ji bo beşdarî merasîmê bibe wê biçe. Keskîn, bilêv kir ku ew tenê ji bo 3 rojan biçe derveyî welat û got: "Jixwe fikreke min a biçim derveyîw elat tune ye. Fealiyetên min ên mafên mirovan ji bo xelatê wekî namzet hatine nîaşndan. Lê belê bi vê yekê derket holê ku Dewleta Komara Tirkiyeyê bê çawa nêzî parêzvanên mafên mirovan dibe. Min tenê ji bo ceribandinê serlêdan kir. Dadgehan qedexeyên hatibûn dayîn rakirin loma min jî serlêdan kir. Lê belê bi qedexeyek bi vî rengî rû bi rû mam."    'SEROKWEZÎR TUNE YE LÊ BELÊ QEDEXEYÊN WÎ DIDOMIN'    Keskîn, bi bîr xist ev qedexe li ser daxwaza Wezareta Karên Navxweyî ji aliyê serokwezîrtiyê ve hatine danîn û got: "Li holê serokwezîr tune ye lê belê qedexeyên wî didomin." Keskîn, billêv kir ku ev pêkanîn nîşan dide ku hîn jî biryara dadgehê bêhikm e.    MA / Yasin Kobulan