Divê êdî ne bangên ji bo hesasiyetê, pratîk hebe 2019-01-20 09:02:07 EDENE – Berdevkê Hewldana Piştevaniya Girtiyên Berê û Nexweşên Wernicke Korsakoffiyan Bekîr Sitki Keçecî destnîşan kir ku divê êdî ne bangên ji bo hesasiyetê, divê ji bo pratîkê gav bên avêtin û daxwazên çalakgeran bên qebûlkirin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji holê bê rakirin da destpêkirin di roja 74'an de didome. Her wiha li gelek girtîgehan jî bi heman daxwazaê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a bi sedan girtiyî jî didome.    Berdevkê Hewldana Piştevaniya Girtiyên Berê û Nexweşên Wernicke Korsakoffiyan Bekîr Sitki Keçecî ku di sala 2000'î de dest bi rojiya mirinê kir û 273 rojan tê de ma, destnîşan kir ku daxwaza Guven û girtiyan daxwazeke rewa û mafdar e û divê êdî di warê pratîkê de jî xwedî li çalakiyan bê derketin.    ‘AWAYÊ VÊ ÇALAKIYÊ RAST E'    Keçecî, bilêv kir ku di dest girtiyan de tenê çalakiyeke pasîf heye ew jî çalakiya greva birçîbûnê ye û got: "Li girtîgehan du rê li ber girtiyan heye. Yek jê berxwedan e; a din jî ew e ku bedena xwe bidin ber birçîbûn û mirinê. Li girtîgehan ji bilî van berxwedanan tu rêyên ji bo doza maf tune ne. Niha Leyla Guven û girtî ji bo maf çalakiya greva birçîbûnê bi kar tînin." Keçecî, destnîşan kir ku divê hem li girtîgehan hem jî li tevahiya civakê tecrîd ji holê bê rakirin û got: "Awayê vê çalakiyê rast e. Wekî din tiştekî bikin tune ye."    ‘WERNÎCKE KORSAKOFFÊN NÛ'    Keçecî, anî ziman ku ger daxwazên GUven û girtiyan neyên qebûlkirin dibe ku ji girtîgehan darbest derkevin û got: "Di grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê yên 82, 84 û 96'an de mirin di rojên 63'yan de dest pê kir. Heta 72'yan jî dewam kir. Çimkî wê çaxê vîtamîna B1 nedihat girtin. Bi qasî ez dizanim vîtamîna B1'ê nadin Leyla Guven û girtiyên din. Ev jî tê wateya mirinê. Eger ji niha û şûnde vîtamîna B1'ê bigirin jî wê di kezeb û gurçikên wan de xisarên mezin rû bidin. Eger vîtamîna B1 bigirin, wê ev yek emrê wan dirêj bike. Eger ev çalakî bi dawî bibe jî wê çalakger di warê beden û zihnê de texrîb bibin. Yanî wê daxilî nav Wernicke Korsakoffan bibin."    'DIVÊ DAXWAZÊN WAN BÊN QEBÛLKIRIN'    Keçecî got: "Eger niha der barê çalakiyên greva birçîbûnê de hin tişt neyên kirin, yanî tecrîd ji holê neyê rakirin, girtî neyên cem hevdu, nêvengên destkariyê neyên amadekirin, qedexeya hevdîtina bi malbat û parêzeran re ji holê neyê rakirin, girtiyên nexweş neyên berdan û zarokên tevî dayikên xwe girtîne li derve bi hevalên xwe re nelîzin wê mirin rû bidin. Ev daxwaz daxwazên mirovane û xwezayî ne. Lê belê feraseta ku polîtîkaya çewisandinê esas digire beriya her hilbijartinê seferên leşkerî dixe rojevê û li ber daxwazên girtiyan xwe li endîtinê datîne."    ‘EM BIBIN DENGÊ WAN'    Keçecî, destnîşan kir ku ji bo çalakgerên greva birçîbûnê yên niha gihaştine sînorên mirinê nemirin divê herkes piştgiriyê bide çalakiya wan û got: "An jê ev rewş ne xema dewletê ye. Divê êdî ne bangawaziyên ji bo hesasiyetê, divê pratîk rû bide. Divê rêxistinên civaka demokratîk li hemû qadan daxuyaniyan bidin, li bajar û navçeyan daxwaznameyan ji walîtiyan û komîsyonên mafên mirovan re bişînin, biçin ber girtîgehên grevên birçîbûnê lê didomin, divê di çapemeniyê de bernameyan çêbikin û li ser medyaya civakî tev bigerin û ya herî girîng jî li her qadê bibin dengê girtiyan. An jê wê mirin çêbibin."    MA/Hamdullah Kesen