Gelê Wanê: Eger xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin wê tecrdî ji holê rabe 2019-01-20 09:00:51 WAN - Gelê Wanê bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û zêdetirî 250 girtiyî û got: "Ger civak piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê bike wê tecrîd ji holê bê rakirin."  Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û zêdetirî 250 girtiyî ku ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan destpêkirin didome. Gelê Wan bang li herkesî kir ku piştgiriyê bidin çalakiyên greva birçîbûnê.    'DAXWAZA WÊ DAXWAZA ME YE'    Azîme Komî, bi bîr xist ku çalakiyên greva birçîbûnê di asteke krîtîk de ne û got: "Daxwaza Leyla Guvenê daxwaza me ye. Ez tecrîdê şermezar dikim û girtiyên di grevê de silav dikim. Daxwaza Leyla Guvenê daxwaza me ye."    Rojbîn Bor jî destnîşan kir ku ew ê dev ji vî vînê bernedin û got: "Daxwaza Leyla Guvenê daxwaza me ye. Em çi qas li ber bikevin jî û biqîrin jî dîsa berteka me kêm dimîne. Divê demildest mudaxileyî vê rewşê bê kirin. Eger di van çalakiyan de tiştekî neyînî rû bide wê di dîroka vê dewletê de wekî lekeyeke reş cih bigire. Êdî em nikarin canekî din jî winda bikin. Em hêvîdar in çareseriyek çêbibe. Divê tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan ji holê bê rakirin. Daxwaza Leyla Guvenê daxwaza me, daxwaza gelê kurd e."    'DIVÊ DEWLET GAVÊ BAVÊJE'    Mahmût Înal jî tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û got: "Li cîhanê edaletek wiha tune ye. Em heta dawiyê li pişt daxwaza Leyla Guvenê ne. Hemû çalakgeran silav dikim. Daxwaza Leyla Guvenê daxwaza me ye. Divê hemû kesên xwedî wijdan xwedî li vê çalakiyê derkevin. Divê rayedarên dewletê demildest gavekê bavêjin."    'KURD LI FEZAYÊ JÎ KONÊ XWE VEDIN WÊ BIÇIN BIŞEWITÎNIN'    Alî Beyaz jî destnîşan kir ku Ocalan bi salan e tê tecrîdkirin û got: "Bi sedan sal e gelê kurd tê tecrîdkirin. Eger kurd li fezayê jî kon vedin wê ev biçin wê bişewitînin. Divê êdî kurd xwedî li xwe derkevin. Çalakiya Birêz Leyla Guven di asteke krîtîk de ye. Divê rayedarên hikûmetê guh bidin daxwazên Guvenê."    Nîhat Yîgît jî diyar kir ku divê herkes dengê Guvenê bibihîse û divê daxwazên wê bên qebûlkirin û ji bo bidawîbûna greva birçîbûnê gav bên avêtin.    'GER CIVAK XWEDÎ LÊ DERKEVE WÊ TECRÎD JI HOLÊ BÊ RAKIRIN'    Savaş Abî jî destnîşan kir ku çalakiya Guvenê di asteke krîtîk de ye û got: "Çalakiya hevala Leyla Guven di asteke krîtîk de ye û ji ber vê gumanên me ne. Ev çalakî ji bo me hemûyan pîroz û watedar e. Ger civak xwedî lê derkeve wê tecrîd ji holê bê rakirin. Em vê tecrîdê şermezar dikin."