ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2019'AN 2019-01-20 09:00:04   * Gelê Wanê bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û zêdetirî 250 girtiyî û got: "Ger civak piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê bike wê tecrîd ji holê bê rakirin."    * Berdevkê Hewldana Piştevaniya Girtiyên Berê û Nexweşên Wernicke Korsakoffiyan Bekîr Sitki Keçecî destnîşan kir ku divê êdî ne bangên ji bo hesasiyetê, divê ji bo pratîkê gav bên avêtin û daxwazên çalakgeran bên qebûlkirin.    * Parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn ku ji bo li tev li merasîma Xelata Martin Ennals bibe û biçe Cenevreyê serlêdana ji bo pasaportê kir, lê belê pasaport nedanê. Keskîn bi bîr xist ku dadgehê qedexeya derketina derveyî welat betal kiriye û got: "Li ser daxwaza Wezareta Karên Navxweyî Serokwezîrtiyê derketina min a derveyî welat qedexe kiriye. Li holê serokwezîr tune ye, lê belê qedexeyên wî didomin."    * Piştî AKP'ê li navçeya Artûklû ya Mêrdînê şaredarê DYP'î yê berê kir namzet, di nav partiyê de rageşiyek rû da. Piştî kardêr Şakîr Nûhoglû û piştgirên wî ku li navçeyê û di nav partiyê de tê naskirin diyar kirin ew ê "dengê spî" bi kar bînin, Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû ket dewrê.    * Li Basabê gelek jê cerdevan û leşker 638 kes bi awayekî nelirê li ser navenda navçeyê hatibûn qeydkirin. Rêxistina HDP'ê ya Basanê têkildarî vê yekê serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê da. Lê belê desteya hilbijartinê tenê ya 15 kesan betal kir.    *Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên Mêrsînê, bi tevlîbûna Parlementera Amedê Dersim Dag dê civînekê  li dar bixe û avakirina xwe îlan bike. (13.00)   *Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanên Marmara, dê li avahiyên HDP’ê yên Sancaktepe, Gazîosmanpaşa, Başakşehîr û Avcilarê, derbarê tecrîdê û çalakiyên greva birçîbûn de civînên gel li dar bixe. (15.00)   *Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê, dê li avahiya şaxê panela “Têkiliya tecrîd û greva birçîbûnê ya bi mafê mirovan re” pêk bîne. (12.00)   * Malbatên Pirsûsê, di meha 42’yemîn a komkujiyê de, dê bi şîara “Ji bo Pirsûsê edalet” li Kadikoyê daxuyanî bidin çapemeniyê. (18.00)