Rêveberiya Xweser a Efrînê 1'emîn salvegera operasyona Efrînê şermezar kir 2019-01-19 17:38:55   ŞEHBA - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê 1'emîn salvegera operasyona Efrînê ya TSK'ê ku di 20`ê Çileya 2018'an de pêk anî şermezar kir.   TSK û OSO bi biryara hikûmeta AKP'ê di 20'ê Çileya 2018'an de li dijî Efrînê operasyona hewayî û bejayî pêk anî. Sibê salvegera operasyonê ye. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Meclîsa Kantona Efrînê û nûnerên saziyên demokratîk, bi boneya salvegera yekemîn a operasyona Tirkiye ya li dijî Efrînê, li Kampa Berxwedanê ya Şahba kom bûn û daxuyaniyek dan.  Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo daxuyanî xwend.  Şîraz Hemo, diyar kir ku kantona Efrînê bûbû cihê herî ewle û jiyana hevbeş a hemû pêkhateyên wê û wiha got: "Ji ber vê yekê Efrîn bûbû cihê ku bi sedan koçber ji şer birevin û berê xwe bidinê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ew himbêz kirin û alîkarî pêşkêşî wan kirin. Vê yekê ku li bajarê zeytûnan û aştiyê rû dida, dijminê mirovahiyê û nûnerên hikumeta AKP`ê û çeteyên wê qebûl nekirin, gelek caran hewl dida ewlehiya wê xerab bike, ne tenê bi vê yekê bi alîkariya çeteyan bi rêya bikaranîna hemû çekên giran û sivik û balafirên şer di 20/1/2018`an de êrîşî kantona Efrînê kir. Gelê Efrînê bi Kurd û Ereb tevî hêzên wê yên leşkerî li dijî dagirkeriyê sekinîn û destanên lehengiyê nivîsandin ku 58 rojan dewam kir."    'TIRKIYE DIXWAZE AXA SÛRIYE PERÇE BIKE'    Şiraz Hemo, anî ziman ku bi boneya salvegera yekemîn a Berxwedana Serdemê, Tirkiye careke din bi hincetên ku koka wan tune ye, bi rêya dezgehên çapemeniyê ku rola xwe ya destekdayîna komên terorîst di kesayeta DAIŞ`ê de gefan li herêmên rojhilatê Firatê dixwin ku şerê QSD`ê li dijî DAIŞ`ê dide meşandin, bide rawestandin û wiha bi dawî kir: "Tirkiye dixwaze bi vê yekê temenê aloziya Sûriyê dirêj bike û xaka wê parçe bike. Em wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê li Şehabayê hemû şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr tînin. Berxwedan û lehengiya ku şêniyên Efrînê ya 58 rojan silav dikin. Em careke din bang li hemû saziyên navneteweyî û ewropî û rêxistinên mafparêz û mirovî li cîhanê dikin ku helwesta xwe li hember binpêkirinên rojane ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê dikin, diyar bikin. Her wiha em bang li gelê xwe dikin ku di merheleya duyemîn a Berxwedana Serdemê de asta berxwedanê bilind bikin û bi rihê Avesta, Barîn û Eylanê heta rizgarkirina bajarê me Efrînê, kar bikin."   Daxuyanî bi dirûşmeyên şermezarkirina TSK'ê bi dawî bû.