Ji ber kelepçeyê bijîşkan tomografiya girtiyê nexweş ne girtin 2019-01-19 17:37:23   ENQERE - Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, diyar kir ku girtiyê nexweş Huseyîn Sari yê 5 meh şûn de sewqî nexweşxanê hat kirin, ji ber ku kelepçeya destên wî nehat vekirin, tomografiya wî nehat kişandin û leşkeran paşve birin girtîgehê.”     Endamên Înîsiyastîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, di hefteya 229’an de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş lihev kom bûn. Çalakî li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê ya Enqerê hat lidarxistin û pankarta “Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan” di çalakiyê de hat vekirin. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê  Nûray Çevîrmen, di daxuyaniya vê heftê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Huseyîn Sari.    Çevîrmen, diyar kir ku di şertên xirab ên girtîgehan de her ku diçe rewşa girtiyên nexweş girantir dibe û wiha axivî: “Li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsa nexweşiyên Sari yên parkînson, dil, xerabûna sematorfrom, hipertansiyon, guatr, depresyon, bêhnefişkî û rastbûna stû hen.  Sari ji bo bajarên bijîşkên sing lê heyî sewqa xwe xwest, lê ev daxwaza wî nehat qebûlkirin. Sari bi salane ji ber nexweşiya xwe ya bêhnefişkî dermanan vedixwe û divê ciheke sergirtî de nemîne.”   JI BO KONTROLÊ 5 MEHAN HAT RAWESTANDIN    Çevîrmen, da zanîn ku  Sari ji bo biçe kontrole 5 mehan hatiye rawestandin û wiha bilêv kir: “Sari piştî serlêdana sûc kir û şûnde birin nexweşxanê. Lê ji ber ku kelepçeya destên wî nehat vekirin, tomografiya wî nehat kişandin û leşkeran paşve birin girtîgehê. Di heman demê de Sari li girtîhê hatiye emeliyat kirin û dermanên wî nehatine dayîn. Ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi dawî bibin emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”   Piştî axaftina Çevîrmen, çalakî bi dawî bû.