Di bîranîna Dînk de gotin ‘Yê got bikuje bila bê darizandin’ 2019-01-19 17:18:36 STENBOL – Bi hezaran kes beşdarî bîranîna Hrant Dînk a cihê lê hat kuştin bû û dirûşma “Yê got bikuje bila bê darizandin” berz kirin.  Bi hezaran kes Gernîndeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk di 12’emîn salvegera kuştinê de li cihê lê hat kuştin bibîr anîn. Bîranîn li ber avahiya kevn a Rojnameya Agosê ya li Osmanbêya Stenbolê pêk hat û bi hezaran kes bi yek dengî dirûşma ““Yê got bikuje bila bê darizandin” berz kirin. Di bîranînê li gel wêneyê Dînk, wêneyê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hat kuştin jî hildan.    PEYAMA KAVALA HAT XWENDIN    Di bîranînê de peyama karsaz Osman Kavala yê ji salekê zêdetire li Girtîgeha Silîvriyê tê ragirtin hat xwendin. Piştî peyama Kavala qeyda dengê Hrant Dînk hat guhdarkirin. Di bîranînê de awaza strana “Sari Gelîn” bênavber hat guhdarkirin. Daxuyaniyê ji hevalên Dînk keça nivîskar Sabahattîn Alî, Fîlîz Alî xwend.    Alî wiha dest bi gotinên xwe kir: “Ev salvegera 12’emîn e em li ber deriyê rojnameya te ne. Piştî te her roja ku çû malbata me pêl bi pêl mezin bû û mezin dibe û em li vir bang li dikin.”    ‘BIRÎNÊN ME NEHATIN DERMANKIRIN’     Alî got ev 70 salên bavê wê Sabahattîn Alî jî winda ye û heta niha cînayet nehatiye ronîkirin. Alî da zanîn ku hêzên tarî bi her awayî dixwazin her cûre muxalefetê bitepisînin û ev yek jî wêrekiyê dide wan. Alî diyar kir ku ji her deh salan carek hêzên tarî ji nav wan kesekî dibin û tunekirina nirxên wan didomînin û got: “Rojnamegeran, nivîskaran, hunermendan, mirovên zanist kuştin û birin. Pişt re di nava civakê de her ku çû birînên kûr vebûn û nehatin dermankirin.”    ‘EM LI VIR IN Û MEZIN DIBIN’    Alî anî ziman ku vê malbata wan a mezin dibe nizane westan çiye û bal kişand ser qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê û got: “Êdî Dayikên Şemiyê ne li Qada Galatasarayê ne. Êdî di zavoqên teng de çalakiyên xwe li dar dixin. Dixwazin civakê pasîfîze bikin. Hrantê dilovan; dîsa jî em ne bêhêvî ne. Yên bêdeng nabin hene. Em hêj li vir in. Em naçin cihek din. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Dema te kuştin ên biçûk bûn niha mezin bûne û li vir te bibîr tînin û ketine pey kuştina we. Pirsan dipirsin û bêdeng namînin. Em di her çileyê zivistanê de li vir in û mezin dibin. Em ê her tim li vir bin. Hêvî li vir e! Ev ax û welat ê me ye.”    Piştî daxuyaniyê bîranîn bi berzkirina dirûşmên “Ji bo Hrant ji bo edaletê” û “Em hemû Hrant in û em hemû Ermenî ne” bi dawî bû.