‘Tevî ku failên Hrant Dînk diyar in jî nayên darizandin’ 2019-01-19 16:23:43 NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveber û endamên ÎHD’ê yên li Amed, Êlih û Edeneyê çalakayên li dar xistin de Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk ê 12 sal berê hat kuştin bibîr anîn û gotin tevî ku failên Dînk diyar in jî nayên darizandin.  Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 519’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Çalakiya vê hefteyê ji bîranîna Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk ê 12 sal berê hat kuştin li dar xistin. Gelek nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn.    ‘CÎNAYETA DÎN DI TARIYÊ DE MA’    Rêveberê ÎHD’a Amedê Parêzer Hasan Yalçin di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku tevî 12 sal bi ser cînayeta Hrant Dînk de derbas bûn û faîl jî diyar in hêj dernexistine pêşberî edaletê. Yalçin bi bîr xist ku li vî welatî gelek mirov bûn qûrbanê cînayetên faîl nediyar û ji cînayetên Ugur Mumcu, Musa Anter, Ferhat Tepe, Metin Goktepe bigire heta îro bi hezaran kes hatin qetilkirin û hêj faîlê wan nehatine dîtin. Yalçin got cînayeta Hrant Dînk jî yek ji van cînayetan e û ev cînayet jî wek cînayetên din di tariyê de ma.    ‘HEKE GORÊN ERMENIYAN BIHATANA DÎTIN…’    Endamê Desteya Rêveberiya Weqfa Surp Gîragos a Ermenî Gafur Turkay jî bi bîr xist ku bi salan e xizmên windayan li gorên windayan digerin û heke li Tirkiyeyê gorên Ermeniyan bihatana dîtin û gorên qûrbaniyên faîlê nediyar bihatana dîtin dê Hrant Dînk û gelek kesên din nehatina kuştin.    LI AQÛBETA YUSUF TUNÇ PIRSÎN Piştî axaftinan Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê Adnan Orhan çîroka Yusuf Tunç ê di sala 1994’an de li gundê Kengerlî ya navçeya Qosera Mêrdînê hat windakirin xwend û li aqûbeta wî pirsî.    ÊLIH    Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan jî li Êlihê di hefteya 425’emîn de çalakiya “Bila Winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li avahiya komeleyê li dar xist. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hatin hildan. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Prz. Devran Yildiz bal kişand ser cînayeta Hrant Dînk û Dînk û qurbaniyên cînayetan bibîr anî.    EDENE   Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê jî ji bo bîranîna Hrant Dînk li avahiya komeleyê bernameya bîranînê li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîpmogullari û gelek kes beşdarî bernameyê bû. Ji bo bîranîna Dînk sînevziyon hat nîşandan. Serokê ÎHD’a Edeneyê Îlhan Ongur diyar kir ku êrîşa li dijî Dînk li dijî biratiya gelan, wekhevî û aştiyê pêk hatiye û ev êrîşek aşkere ya li dijî daxwazên jiyankirina bi hev re bûye.    Parlamenter Tulay Hatîmogullari jî got dîroka Tirkiyeyê bi komkujiyan tije ye û li welêt tehamulî rengên cuda nayê kirin.    Bîranîn bi pêxistina findan a ji bo Dînk bi dawî bû.