Ozturk: Serkeftin wê ya gelê kurd be Arslan: Yên dixwazin kurdan tune bikin dê negihîjin mexseda xwe 2019-01-19 15:37:20 AMED – Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di mitînga li Amedê de diyar kir ku dê greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyên din bigîhîje serkeftinê. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan jî got yên kurdan bi çavtirsandinê dixwazin teslîm bigirin dê qet negihîjin mexseda xwe.  Di mitînga “Demokrasî, azadî û edaletê” ya HDP’ê ya li dijî tecrîdê hat lidarxistin Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan xîtabî gel kirin.    Axaftina Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk wihaye:    “Em hevseroka xwe Leyla Guven silav dikin. Faşîstan û êrîşkaran bi giranî êrîşî Kurdistanê kirin. Gelek caran ji hewa ve hatin û bi pêya zivirîn. Beriya vê hikumetê jî gelek hikumetan got em ê kurdan xelas bikin. Lê bi ser neketin. Helwest û îradeya gelê me wan ji hev belav kir. Niha kes wan nas kî nake. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê jî niha dixwaze kurdan xelas bike. Lê ew ê li dijî berxwedana me birevin û biçin ji van deran. Birêz Ocalan ne kesek e, îradeay gelê kurd e. Îradeya bi milyonan kes e. Tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirina vîna gelê kurd e. Em li dîroka xwe binêrin. Hevalên me heta îro çi kiribin, em ê jî wê bikin. Em ê nasname û îradeya xwe teslîmî tu kesî nekin. Ji ber vê yekê dîroka me dîroka bexwedanê ye. Li dijî Esat Oktay û ekîba wî çawa ku Kemal û Mazluman li ber xwe da, Leyla Guven jî bi heman rengî li dijî tecrîdê li ber xwe dide û berxwedanek dîrokî li pêş dixe.    LI SER XWÎNÊ QOLTIXÊN XWE DIPARÊZIN    Gelê Kurd îro şerê man û nemanê dide. Li çar parçeyan êrîşî gelê kurd dikin. Armanca wan ew e naxwazin gelê kurd bibin xwedî statû. Birêz Ocalan tenê ne ji gelê kurd re ji tevahiya Rojhilata Navîn re pêşengiyê dike û pêşiya wan vekiriye. Ji sala 1999’an vir ve tecrîd didome. Ji sala 2015’an ve tecrîd hat girankirin û didome. Bi vê yekê re şerê qirêj jî xistin dewrê û dan destpêkirin. Me qala aştî û demokrasiyê dikir, lê zîhniyeta yekperest û faşîst aştî û demokrasiyê naxwaze. Li ser xwîna zarokên gel qoltixên xwe diparêz e.   EM BI VÊ ZÎHNIYETÊ RE NABIN BIRA    Bi rakirina tecrîda li Îmraliyê re dê dengê aştiyê, azadiyê bilind bibe. Wê dengê mirinê neyê. Îro rabûne dîsa behsa biratiyê û demokrasiyê dikin. Lê yên ku Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê xera kirin ka biratiya we li ku bû? Em ne birayên vê zîhniyetê ne. Biratiya me bi gelan re ye. Tu demê em bi feraseta faşîst re nebûn bira. Ji niha şûn ve em ê qet nebin bira.   SERKEFTIN A GELÊ KURD E    Li her deverê xwestin gelê kurd tune bikin. Li Zîlan, Dersim, Roboskî û Cizîrê komkujiyan pêk anîn. Em ê vê yekê qet ji bîr nekin. Lê em dîsa jî xelas nebûn. Vîna gelê kurd li ser piya ye. Îro wê çalakiya Hewlêr, Strasburg, Galler, Leyla Guven û girtiyan bigîhîje serkeftinê. Serkeftin wê bibe ya gelê kurd.”    ARSLAN: WÊ TECRÎD BÊ BERSIV NEMÎNE   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan jî xîtabî gel kir û wiha axivî: “Em ji dilê Kurdistanê Amedê ji Leyla Guven heta Sebahat Tuncel hemû girtiyên li zîndanan silav dikin. Ji bo azadiya gelên xwe bedena xwe feda dikin. Wek her serdemê dîsa dixwazin gelê kurd tune bikin û gelê kurd li dijî vê tunekirinê berxwedanek bêhempa dide. Li dijî gelê Kurdistanê polîtîkayên qirêj xistine dewrê. Bi ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re dixwazin gelê me tecrîd bikin. Tecrîdkirina Birêz Ocalan û êrîşên li ser têkoşîna gelê me dê tu demê bê bersiv nemîne.    WÊ NEGIHÎJIN MEXSEDA XWE    Hemû hevalên me girtî li dijî polîtîkayên qirêj ên li ser gelê kurd li ber xwe didin. Bi dehan car gotin em ê we tune bikin, lê va em bi milyonan kes hene. Divê îradeya gelê kurd muxatab bê girtin û pirsgirêkê bi şiklê çareseriyê esas bigirin. Wê ev feraseta faşîst kurdek ku teslîmî wan bibe nebîne. Mînaka vê yekê ya mezin çalakiya Leyla Guven, Sebahat Tuncel û hemû girtiyên azadiyê ye. Dixwazin kurdan ji siyasetê tasfiye bike. Bi çavtirsandinê, binçavkirin û girtinan gelê me teslîm bigire. Lê ew kesên dibêjin em ê kurdan teslîm bigirin dê negîhijin mexseda xwe. Barê me giran e. Divê li her qadê gelê me xwedî li çalakgerên greva birçîbûnê derkeve û bibe parçeyek ji dengê wan.”