Çêj û amadekariya serma Serhedê: Kartol û komir e 2017-11-03 09:45:23 WAN – Li navçeya Çaldêranê ku mehên zivistanê dijwar derbas dibin welatî amadekariyên zivistanê dikin. Welatî herî zêde stokên kartol, kelem, pîvaz û komirê dikin.  Li herêmê yek ji herêmê herî zêde zivistana wê sar û dijwar derbas dibe navçeya Çaldêran a Wanê ye. Li navçeyê bi destpêka hewa sar re amadekariyên zivistanê jî dest pê kirin. Li Çaldêran dem bi deman pileya sermayê dadikeve bin kêmeka 45’an û li vir zivistan bi zehmetî derbas dibe. Welatiyên li navenda navçeyê dan û sitandinê dikin, bi taybetî herî zêde komir û kartolan distînin û stok dikin.    'JIN GELEK ZEHMETIYAN DIKIŞÎNIN’    Ji esnafên navçeyê Firat Kaya diyar kir ku ji ber zivistan bi dijwarî derbas dibe gelek caran dikana xwe venake û got: “Ji ber serma zêde û şertên zivistanê em zêde nikarin derbikevin derve ji niha ve em amadekariyên xwe dikin. Me komir, kelem, kartol û pîvaz sitendin. Me dan û sitendina hem xwarin û hem jî ardûyên xwe kir. Min bi 5 hezar TL’yî komir sitend. Hin nas û xizmên me nêzî 10 ton komir distînin. Ji ber ku Çaldêran li deştê yê li gorî gundan bêtir sar e. Ji ber qeşayê avên me diqerisin bi rojan av naherike. Riyên me bi rojan girtî dimînin.” Kaya destnîşan kir di mehên zivistanê de herî zêde zehmetiyên mezin jin dikişînin.    2-3 TON KARTOL TÊ STENDIN    Emîr Bayrak ê ku bi firotina kartol û pîvazan debara xwe dike jî da zanîn ku li herêma wan ji bo amadekariyên zivistanê herî zêde kartol tên firotinê û heta zivistan xelas dibe xwarina sereke kartol e. Bayrak anî ziman ku hin kes nêzî 2-3 ton kartolan dikirin û stok dikin û got: “Ez kîloya kartolan bi lîreyekî difiroş im. Heta niha min 4 kamyon kartol firotin e. Niha em firotina xwe ya dawî dikin. Çawa ku sermaya dijwar dest pê dike karê me jî xelas dibe.”    ‘10 TON KOMIR GERM NAKE’    Welatiyê bi navê Nîzamettîn Aktaş jî bibîr xist dema li herêma wan behsa zivistanê tê kirin kartol, kelem û komir tê bîra mirovan û got: “Zivistana welatê me Serhedê bi mehan dewam dike. Em tenê 3 meha dikarin bixebitin. Pişt re zivistan tê û em nikarin kar bikin. Min bi 10 ton komir bi deyn sitend. Lê ew jî me germ nake.”    'HEMÛ QEZENCA MI JI KOMRÊ RE DIÇE’    Aktaş anî ziman ku komira ji aliyê Weqfa Piştgirî û Alîkariya Civakî (SYDV) ve didin wan na şewite û wiha axivî: “Komira ku dewlet dide jî naşewite. 15 kîs komir didin me lê em çidikin jî naşewite. Çawa em dixin sobeyê jê jî derdixin. Komira wan wek kevir e. Pereyê em havînê qezenc dikin jî didin êzing û komirê.”