Ji tirsa hevserê xwe esrar bir girtîgehê hat girtin 2017-11-03 09:44:13 AMED – Mûrat Yilmaz ku tiryakê hişbirê ye û girtî ye, gef li hevjîna xwe Neslihan Îkîncîsoy xwarin û jê  re got “Heke tu ji bo cixareyê esrarê neyînî girtîgehê ez ê te bikujim.” Li ser vê gefê dema Neslîhanê esrar bir girtîgehê hat girtin.  Neslîhan Îkîcîsoy ku li Taxa Alîpaşa ya Sûra Amedê rûdinê, hefteya borî ji ber dozeke ku 8 sal berê lê hatibû vekirin û sal û mehek ceza lê hatibû birîn, piştî ji aliyê dadgehê ve cezayê wê hat pesendkirin hat girtin. Îkîncîsoy ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye, 8 sal berê dema li girtîgehê serdana hevjînê xwe yê pêgirtiyê tiryakê Murat Yilmaz kir, hevjînê wê gefa mirinê lê xwar û jê xwest ji bo cixareyekê esrarê jê re bîne. Îkîncîsoy jî neçar ma esrar bir, lê belê li girtîgehê esrar pê re hat zevtkirin.    4 zarokên Îkîncîsoyê hene û ya herî mezin 14 salî û felcî ye. Yê herî biçûk jî 5 salî ye. Zarokên ku dê û bavên wan di girtîgehê de ne, bapîra wan û cîranên wan li wan dinerin.    Kudret Sansakan, dest nîşan kir ku tu sûcê bûka wê tu neye û divê serbest bê berdan. Sansakan wiha got: “Her şev zarokên wê digirîn. Keça wê ya mezin felcî ye û bi tayê dikeve. Ji  kerba dikeve. Tu sûcê bûka min tune ye. Dixwazim bê berdan. Mala zarok lê dimînin jî xera dikin. Em ê li kuçeyan bimînin. Ji ber gefa mirinê lê hat xwarin bûka min ev yek kir. Dixwazim bûka min bê berdan.”