15 mehin derman nakin: Hûn bimirin jî em we nabin nexweşxanê 2017-11-03 09:33:31 ÎZMÎR - Girtiyê nexweş Turgut Koyuncu li ser navê 50 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Odemîş nameyek şand û di name xwe de wiha got: “Nexweşên giran di nava me de hene, lê dermankirina wan tê astenkirin. Di îtîrazên me kirin de bersiva ‘Hûn bimirin jî em ê we nebin nexweşxanê’ da.     Girtiyê nexweş Turgut Koyuncu li ser navê 50’î girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Odemîş a Îzmîrê şand û di nameya xwe de behsa bêmafiyên rastî tên kir. Koyuncu, diyar kir ku bi 40 hevalên xwe re di 3’yê Tebaxa 2016’an de ji Girtîgeha Hêjmara 2 a Tîpa F a Kiriklarê sîgûnî Girtîgeha Odemîş hatin kirin. Koyumcu, da zanî ku ji roja hatîn sîrgûn kirin, heya roja îro ew nebirin nexweşxanê û wiha got: “Me derman nakin. Kar û barê birina nexweşxanê bi kelepçeye tên kirin. Di heman demê de du leşker jî dikevin milên me. Niha jî dest bi pêkanînek nû kirin, weke ku kelepçeyek ne bes be, kelepçeya duyemîn ji bi destê leşker û girtiyan ve dikin.”    ‘GER HÛN BIMIRIN JÎ EM WE NABIN NEXWEŞXANÊ’   Koyuncu, destnîşan kir ku wan ev pêkanîn îtîraz kirin û wiha domand: “Çawîşên pispor ‘Ger hûn bimirin jî em ê we nebin nexweşxanê. Ji xwe we li dijî dewleta me serî rakir. Ji xwe hûn cudakarin. Erka min nîşanî min nedin. Dema we li çiyan gole li dewletê direşand, me jî dewlet diparast. An hûnê tiştên me gotin qebûl bikin û bên dermankirin, an jî hûnê bi nexweşiyên xwe re rû bi rû bimîn in’ bersiv dan îtîrazên me.”    ‘HEWL DIDIN KU DERMANKIRINA GIRTIYAN ASTENG BIKIN’   Koyuncu, daxuya kirin ku ji bo neyên derman kirin, rayedarên girtîgehê dikeve nava hewldanan û wiha pê de çû: “Ligel du kelepçeyan, solên me ji me dixin û pêkanî derxistina saet û kemerê jî li ser me ferz dikin. Nivê girtiyan 20 salin di girtîgehan dene. Nexweşiyên hemûyan yên dil, KOAH, helîna hestî û masûlkeyan, ulser, sînozît, migren, sedef û penceşerê hene. Ji ber pêkanîn heyî qebûl nakin, nayên derman kirin.”      ‘DIBE KU DI HER KÊLIYÊ DE AGAHIYA MIRIN WERE'   Koyuncu di dewiya nameya xwe de wiha got: “Têkildarî pêkanînên heyî de me serî li dozger û rayedarên fermî dan. Lê kes eleqedar nebû. Ji me re dibêjin ‘Leşker ewlekariyê digirin. Ew dizanin.’ Heya ku raya giştî û rêxistinên civaka sivîl nekevin tevgerê, dermankirina me ne gengaze. Ez bi vekirî dibêjim, rayedarên lêşkerî yên berpirsên ewlekariya Girtîgeha Tîpa T a Odemîş em bi kuştinê tehdît kirin. Aşkere dikim ku ji ber ne dermankirinê, dibe ku di her kêliyê de agahiya mirinê ji vir bê bihîstin. Ji ber nexweşên giran mecbûrin bên dermankirin. Divê di bin kontrola nexweşxanê de derman bên dayîn. Niha ev hevalên me  dermanên xwe venaxin. Rewş lezgîn û di asta talokê deye.”    Li ser vê yekê em li girtîgehê geriyan û me xwe Sermemûrê Girtîgehê, bersiveke ku beweriyê bide avakirin neda.