Wê li Qada Îstasyonê bang li hikûmetê bikin 2019-01-18 20:13:00   AMED - Wê HDP, ji bo balê bikişîna ser tecrîdkiria Ocalan sibê li Qada Îstasyonê mîtîngekê li dar bixe. Tê payîn ku wê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan der barê çalakiyên greva birçîbûnê de peyamên girîng bidin.    HDP, ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê wê sibê (19'ê Çile) li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya "Demokrasî, Aştî û Azadî" mîtîngekê li dar bixe. HDP'î bi rojan e ji bo mîtîngê li navenda bajêr û navçeyên xwe gel vedixwîne mîtîngê.    Her wiha li bajarên herêmê jî heman xebat tên meaşndin. Tê payîn ku wê bi deh hezaran kes tev li mîtînga HDP'ê ya li Amedê bibin.    Wê mîtîngê sibê saet di 12'an de li Qada Îstasyonê pêk bê. Wê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan tev li mîtîngê bibin û biaxivin. Wê di axaftinan de der barê tecrîdkirina Ocalan, hevdîtina malbatê ya di 12'ê Çile, çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyan de peyamên girîng bên dayîn.