Karkerekî komirê di hezanê de mir 2017-11-03 09:31:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Di kaneke komirê ya li Kayseriyê de hezaz pêk hat û karkerê 33 salî Samet Koyuncu jiyan xwe ji dest da.   Kanên madenê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber ku tevdîrên ewlehiyê kêm in, dibin sedema mirinan. Li taxa Çadirkaya ya navçeya Yahyali ya Kayseriyê di kana komirê de hezaz pêk hat û bavê 3 zarokan Samet Koyuncu di binê hezazê de ma. Ekîbên rizgarkirinê şandin herêmê û piştî saetekî Koyuncu ji binê hezazê derxistin. Hat diyarkirin Koyuncu jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Koyuncu rakirin morga nexweşxaneyê.   Di 17'ê Cotmehê de li Şirnexê jî hezaz pêk hatibû û 8 karkerên şirnexî jiyana xwe ji dest dabûn. Di lêkolînên ku hatin kirin de derket holê ku gelek karker di şertên gelek zehme û bê ewle de dixebitin û sîgorteyên wan jî nayên razandin.