Aydin: Di cînayeta Elçî de gav neyên avêtin em ê daneyan parve bikin 2019-01-18 16:29:31 AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin diyar kir ku daneyên têkildarî cînayet Tahîr Elçî berhev kirin e bi dozgeriyê re parve kirin e û got: “Heke di dosyeya lêpirsînê de pêşketinek çênebe, daneyên me kom kirin e em ê bi raya giştî re parve bikin.”    Baroya Amedê çalakiya her hefte ji bîranîna Tahîr Elçî li dar dixe di hefteya 159’emîn de li ber Edliyeya Amedê pêk anî. Gelek parêzer beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em ê te ji bîr nekin” hildan. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin di çalakiyê de axivî û got: “Ev 37 heftene serokê me ne di nava me de ye. Hezar û 146 roj in kûjer nehatine dîtin.”    ‘DOZGER TIŞTEKÎ NEKE, EM Ê DANEYAN PARVE BIKIN’   Aydin anî ziman ku ji roja Elçî hatiye qetilkirin heta îro di dosyeya lêpirsînê de tu pêşketin pêk nehatiye û got: “Baroyê di encama xebatên birêve bir de daneyên der barê bûyerê de bi dest xist, beriya 15-20 rojan me bi dozgeriyê re parve kir. Em li benda encama ji dozger were sekinîne. Heke dîsa di lêpirsînê de tiştek li pêş nekeve, daneyên me me berhev kiriye em ê di 8’ê sibatê bi raya giştî re parve bikin.”    ‘REWŞA GUVEN GIRAN DIBE, HEJMAR GIHÎŞTIYE 300 KESÎ’    Cîhan bal kişand ser greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên din ku dest pê kirin e û got: “Greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 72’yemîn de ye. Mixabin li gelek girtîgehên din jî belav bûye. Li gorî baroya me û agahiyên me ji saziyên din ên mafên mirovan girtiye hejmara girtiyên din gihîştiye 300 kesî. Bi grevên birçîbûnê re li girtîgehan binpêkirina mafan zêde bûne. Rewşa Leyla Guven jî gihîştiye astek krîtîk û êdî derbasî rewşek giran bûye.”