Rewşa perwerdehiyê perîşan e 2019-01-18 15:41:10   NAVENDA NÛÇEYAN – Şaxên Egîtîm Senê têkildarî nîv serdema perwerdehiyê ya 2018-2019’an raporên nirxandinê aşkere kirin û di raporan de hat gotin rewşa perwerdehiyê li Tirkiyeyê perîşan e.    Şaxa 2’yem a Egîtîm Senê ya Amedê têkildarî nîv serdema perwerdehiyê ya 2018-2019’an rapora nirxandinê aşkere kir. Egîtîm Senê li avahiya xwe bi civînekê rapor aşkere kir. Sekretera Jinan a Şaxê Zeynep Kaya raporê xwend. Kaya diyar kir ku seranserî dîroka komarê heta niha pergala perwerdehiyê civakê dike yek û polîtîkaya pişaftinê li pêş dixe. Kaya got her destilatdariya tê û welat birêve dibe dixwaze civakek ji bo wan biat bike biafirîne.    Kaya anî ziman ku bi sed hezaran xwendekar serdemek din a bêperwerdehiya zimanê dayikê xelas kirin û li her bajarekî ji her 10 îdarevanan 9 kes ji wan endamên sendîkaya alîgir in. Kaya destnîşan kir ku hevjîna Qeymeqamê Sûrê yê wek qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê kirini, kirine Midûra Şaxa Miduriyeta Perwerdehiya Netewî ya Navçeyê.    Kaya da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê û wezîrên wê yên perwerdehiyê pergala perwerdehiyê bi pirsgirêkên nayên çareserkirin re hiştiye û di dewama axaftina xwe de bal kişand ser îxrackirina mamoste û akademîsyenan. Kaya got li Tirkiyeyê rewşa perwerdehiyê halê perîşan e.    WAN   Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê jî têkildarî nîv serdema perwerdehiyê ya 2018-2019’an rapora nirxandinê li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê aşkere kir. Sekreterê Şaxê Orhan Buran raporê aşkere kir û bal kişand ser pirsgirêk perwerdehiyê û got ew ê ji bo mafê perwerdehiya demokratîk têkoşînê bikin.