Jin dê ji bo Nevîn Yildirim li ser medya civakî dest bi çalakiyê bikin 2019-01-18 14:34:45   STENBOL - Jinan bertek nîşanî daxwaza Dadgeha Bilind a cezayê girtîgeha mûebetê ya Nevîn Yildirim bê erêkirin dan û li ser medya civakî bi etîketa "#ÖZSAVUNMAYLAHAYATTAYIZNEVİNİNYANINDAYIZ" dest bi çalakiyê bikin.     Li gundê Koruyaka ya navçeya Yalvaç a Ispartayê, Nevîn Yildirim a di 28'ê Tebaxa 2012'an de li dijî zilamê bi pergalî ew tecawîz dikir Nûrettîn Gider mafê xwe yê parastina rewa bikar anî û kuşt, cezayê girtîgehê yê mûebetê ji bo wê hatibû dayîn.    Daîreya Cezayê 1'emîn a Dadgeha Bilind xwest ku cezayê girtîgeha mûebetê ya Yildirim bê erêkirin.   Bertekên jinan ên li dijî daxwaza Dadgeha Bilind a cezayê girtîgeha mûebetê ya Yildirim bê erêkirin, berdewam dikin. Jin dê îşev di saet 19.00’an de bi etîketa "#ÖZSAVUNMAYLAHAYATTAYIZNEVİNİNYANINDAYIZ" li ser Twîtterê çalakiyê li dar bixin.    Jinan bi parvekirinên “Ne parastina çewherî, tecawîz sûce” bertek nîşan dan û piştgirî dan Nevîn Yildirim.