Pirsnameya Leyla Guven red kirin 2019-01-18 14:11:07     ENQERE - Serokê Meclîsa Tirkiye pirsnameya der barê daxwazên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  red kir.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Uca, bi armanca daxwaza Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  72 rojin di greva biçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, ji bo Wezareta Dadê bibersivîne pirsname da serokê Meclîsa Tirkiye. Lê serokê Meclîsa Tirkiye pirsname red kir. Seroka Meclîsê bi sedema ku fikrên xwe yên tekakesî nivîsîne red kir.    Uca, di 10'ê Kanûna 2018'an de bi armanca pirsên der barê Leyla Guven de bên bersivandin pirsname dabû Serokê Meclîsê. Uca, anî ziman ku ev çalakî li gelek welatên ewropa ve rastî piştgiriyekê tên.   Di paragrafa ku bû sedama redkirina pirsnameyê de wiha hatibû gotin: "Birêz Ocalan mafê wi yên zagonî, name, parêzer u hevdîtina malbatan tê astengkirin. Mafê telefon, hevdîtina malpar û parêzeran mafekî zagonî ye. Mafên li girtîgehên din divê li Îmraliyê jî pêk bê."    PIRS    Sedema pirsên ku bûn sedem pirsname neyê qebûlkirin wiha ne:    1 -Ji bo daxwazên  Leyla Guven bên guhdarkirin û hiqûqiya heyî bi dawî bibe hewldanên we çine?    2  Daxwaza her kesî ewe ku daxwazên Leyla Guven bên qebûlkirin û hasasiyet bê nîşandan. Hûn bawer dikin ku zagon bi awayekî adil pêk tên?    4 - Bi Birêz Abdullah Ocalan re bi tu awayî têkilî û ragihandin pêk nayê. Hûn bawer dikin ku ev ne îhlala mafan e. Hewldana we ya ji bo çareseriyê çiye?