Ji ser avahiyan belavokên piştevaniya bo Guven belav kirin 2019-01-18 14:02:07   WAN – Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Wanê bi armanca piştevaniya Leyla Guven ji ser avahiyên bilind belavokan firandin xwarê.    Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger a Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 72’emîn de didome. Çalakiyên piştevaniya ji bo Leyla Guven jî berdewam dikin. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’a Wanê ji ser avahiyên herî bilind ên li navenda sûkê belavok firandin xwarê. Li ser belavokan nivîsên “Deng bide Leyla Guven, 72 roj", "Bijî berxwedan zîndanan” û “Tecrîdê bişkîne faşizmê hilweşîne” hatibûn nivîsandin.