Der barê 6 jinên hatin berdan de lêpirsîn hat destpêkirin 2019-01-18 13:34:22   MÊRSÎN – Der barê 6 jinên ji Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsê di 2017’an de hatin berdan piştî 2 salan bi hêceta di leha PKK û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de dirûşm berz kirin e lêpirsîn hat destpêkirin.    Nazan Dundar, Ayşe Aydogan, Fîlîz Ozcan, Şîrîn Çoban, Leyla Akgul û Taybet Adiyaman di 2017’an de li Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsê girtî bûn. Der barê her 6 jinan de bi hêceta di 8 û 29’ê adara 2017’an de di lehe PKK’ê û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de dirûşm berz kirin e, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tarsûsê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Di kanûna 2018’an de lêpirsîn bi hêceta “propaganda rêxistinê kirin e” der barê her 6 jinan de hat destpêkirin. Balkêş e ku piştî berdana her 6 jinan lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de çend jin çûn îfade dan Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.