'Milê min tune dibên te molotof avêtiye' 2017-11-03 09:20:38 WAN - Dogan Ozmen ê destê wî yê rastê tune û bi sûcdariya "Bi destê xwe yê rastê zerar daye malê cemaweriyê û molotof avêtiye" 2 sal û 8 meh in girtî ye. Ozmen diyar kir ku ew milê xwe qet nikarim bixebitîne û dê çawa molotofê bavêje. Bi îdiaya tev li çalakiyên 6-8'ê Cotmeh yên Kobanê bûye, li navçeya Qereyaziya Erziromê Dogan Ozmen jî hat binçavkirin. Ozmen ji milê xwe yê rastê astengdar e û îdiayên der barê wî de gelekî balkêş in. Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Hacettepe û Nexweşxaneya Leşkerî ya GATA'yê rapora sedî 70'ê astengdar dane Ozmen, di îdianameyê de tê gotin ku Ozmen ê milê wî yê rastê ji enîşkê de tune û her du milên xwe jî dixebitîne û wiha tê gotin: "Bi destê xwe yê rastê zerar dane malê cemaweriyê û molotof avêtiye."    2 SAL Û 8 MEH E DI GIRTÎGEHÊ DE YE   Di her çûyîna dadgehê de daxwaza Ozmen a parastina bi zimanê dayikê jî bi hinceta "werger tune" tê redkirin, 2 sal û 8 meh e di girtîgehê de ye. Ozmen 7 caran li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê hatiye darizandin û beyî ku hincetek bê nîşan tevlêbûna wî hatiye astengkirin û bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" û "Zerar daye malê cemaweriyê" tê darizandin.   ‘TE KEVIR Û MOLOTOF AVÊTIYE’   Ozmen berî 9 mehan li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Wanê hat kirin, bertek nîşanî îdayên di dosyayê de hatine bicihkirin da û ev tişt got: "Rapora ku min ji nexweşxaneyên dewletê girtine û milê min li ber çavan e. Lê dibêjin ku 'Te kevir û molotof avêtine'. Ez qet nikarim milê xwe bixebitînim. Wê demê çawa dibe ku ez molotof davêjim? Ji bo piştrastkirina van îdiayan tenê wêne û dîmenek jî tune. Ez bi tena serê xwe nikarim pêwîstiyên xwe bînim cih. Ev îdia bê bingeh in. Ev nêzî 3 salan e ji ber van îdiayan di girtîgehê de me. Ev rewş ne hiqûqî û ne jî mirovî ye. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin."   'VÊ REWŞÊ BI DAWÎ BIKIN'   Ozmen bang li raya giştî kir ku di vê der barê de serwext bin û ev tişt anî ziman: "Ez tenê di vê rewşê de nînim, bi sedan kesên wekî min jî mexdûr in. Ez bi alîkariya hevalên xwe li ser piyan im. Dîsa hemû kel û pelên ku malbata min dişînin jî nadin min. Vê rewşa dij exlaqî bi dawî bikin."   MA / Selman Keleş