Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em ji bo pêvajoya avakirinê amade ne 2019-01-18 11:56:21   MINBIC – Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Dervîş diyar kir ku bi êrîşa bombeyî ya dawî li Minbicê pêk Tirkiye dixwaze neewlebûna Minbicê biafirîne û got: “Em tu nêzîkatiyek bajêr bîne rewşa dagirkirinê û êrîşan qebûl nakin.” Dervîş ji bo mijara "Herêma Ewle" jî got “Em ji bo avakirina pêvajoya ji gelên Sûriyeyê re xizmet bike jî amade ne.”    Şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi daxuyaniya “vekişînê” Amerîkayê re di rojevê de cih digire. Bi taybetî plana “Herêma Ewle” ya Serokê DYA’yê Donald Trump li ser medya civakî îlan kir rojevê mijûl dike. Hemû awir zivirîn ser Minbicê. Di 16’ê çile de li Minbicê êrîşek bombeyî ya ku pirsnîşanê xist serê xelkê pêk hat.    Di êrîşê de 4 welatiyên DYA’yê, 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî di nav de 15 kesan jiyana xwe ji dest da. 18 kes jî birîndar bûn. Ji bo dîtina kiryarên teqînê hêzên hundirê Minbicê lêpirsînê didomînin. Têkildarî êrîşê 4 kes hatin binçavkirin. Her wiha hêzên girêdayî Koalîsyonê jî li cihê bûyerê lêkolîn pêk anîn.    DI HEDEFA TIRKIYEYÊ DE YE   Demek dirêj e Minbic di hedefa Tirkiyeyê de ye û li dijî vê yekê jî Minbic amadekariyên operasyonek muhtemel dike.    Li Minbicê dem bi dem êrîşên suikast û bombeyî pêk hatin. Lê êrîşek bi vî awayî ya li dijî sivîl û leşkerên DYA’yê yekemîn car pêk hat. Berdevkê Meclîsa Leşlerî ya Minbicê Şervan Dervîş têkildarî geşedanên nû yên li Minbicê ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî.    ‘DIXWAZIN TABLOYA GELAN TÊK BIBIN’    Dervîş bi bîr xist ku 2 sal e Minbicê ji DAIŞ’ê azad kirin e û got: “Minbic di warê rêveberiyê, aborî û îstîkrarê de li herêmê bûye yek ji bajarên model. Jiyankirina hemû gelan a li bajêr ji bo Sûriyeyê bûye mînak. Dixwazin niha jî bi êrîşên bi vî rengî vê tabloya li bajêr têk bibin. Êrîş piştî biryara vekişînê ya DYA’yê, nîqaşên avakirina herêmên biewle û piştî lêgerînên diyalogên me ya li gel Rûsya û rejîma Sûriyeyê pêk hat. Ev jî hemû balê dikişîne ser xwe. Ev êrîş hem li dijî Minbicê û hem jî li dijî DYA’yê bû. Teqîn li cihê herî qelebalix ê bajêr pêk hat. Ev êrîşek terorî ye. Lêpirsîna ji bo êrîşê hêj didome. Çi agahiyên em ê bi dest bixin bi raya giştî re dê were parve kirin.”    DAIŞ PEYAMA ‘EZ HEME’ DIDE    Dervîş destnîşan kir ku hedef din a êrîşê jî ew e ku li dijî hemû destekftiyên siyasî û leşkerî pêk hatiye. Dervîş da zanîn ku hêj DAIŞ’ê bi temamî xelas nebûye û bi vê êrîşê DAIŞ dixwaze ‘bêje va ez heme’ bidin û lê dê ew ê qet destûrê nedin carek din DAIŞ li herêma wan zindî bibe. Dervîş got ew ê li dijî êrîş û gefan şerê xwe bidomînin.    ‘ÇARESERIYA SIYASÎ BI LEZGÎNÎ DIVÊ PÊK WERE’    Dervîş anî ziman ku ji bo talûkeya têkildarî Sûriyeyê bi dawî bbe çareseriyek bi lezgînî hewce ye û hemû hêzên dixwazin li Sûriyeyê parek bixin destê xwe hêzê dide DAIŞ û komên din û rê ji wan re tê vekirin.  Dervîş hişyariya dijwarbûna şer da û her kesê destê wan di krîza Sûriyeyê de heye ji bo çareseriyê vexwend berpirsyariyê.    ‘BI GELAN RE TÊKOŞÎN’    Dervîş diyar kir ku hemû gelên li Minbicê girêdayî pergala li bajêr saz kirine ne û bi rêya saziyên sivîl xebatên xwe birêve dibin. Dervîş got ew ê li dijî êrîşan bi hevgirtina gelan dê têkoşîna xwe bidin.    ‘JI BO ÎSTÎKRARÊ EM Ê GELAN BIPARÊZ IN’    Dervîş da zanîn ku wan ji bo Minbicê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin e û di vê mijarê de bi hêzên koalîsyonê re di têkiliyê de ne û got: “Hin hêz dixwazin li bajarê Minbicê atmosfera neewlebûnê bidin afirandin. Lê em ê planên van hêzan vala derbixin.” Dervîş têkildarî mijara “Herêma Ewle” jî wiha got: “Dê liv ê herêm çawa bibe, di mijara teşe û awa de hêj tiştek zelal nîne. Ev demê dixwaze. Lê em bi awayek zelal armanca xwe diyar dikin. Ji bo parastina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji talûkeyan û ji bo îstîkrar bê herêma me ya 8 sal e di nava şer de ye em ê pêvajoya siyasî destek bikin.”    ‘JI BO AVAKIRINÊ EM AMADE NE’    Dervîş peyama “Em ji bo avakirina pêvajoya ji gelên Sûriyeyê re xizmet bike jî amade ne” da û got: “Em tu nêzîkatiyek ku bajêr bîne rewşa dagirkirinê û êrîşan qebûl nekin.”    MA / Nazim Daştan