'12 salin ji bo Hrant em edaletê dixwazin' 2019-01-18 11:21:17 STENBOL - Nivîskar û Rojnameger Pakrat Estûkyan, der barê cînayetê Hrant Dinkê de axivî û wiha got: "Tenê kesên bûne êm tên darizandin. Lê kesên esil berpirsiyar nehatine darizandin û civak 12 salin ji bo Hrant Edaletê dixwazin."  Platforma Ji Nijadperestiyê re Bêje Raweste, di salvegera kuştina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink de bi şîara "12 sal derbas bû, em edalet dixwazin" şevê din li salona Civînê ya Cezayirê ya Beyoglu panel pêk anîn. Di panelê de Rojnameger Canan Coşkun, Nivîskar û rojnameger Pakrat Estukyan wekî kiseger amade bûn. Di panelê de Rojnameger Canan Coşkun, diyar kir ku der barê kuştina Dink de erkdarên cemaweriyê piştî 2016 salan hêj nû hatin darizandin û wiha got: "Darizandina midûrê polîsan, erkdarê îstîhbaratê û cendirmeyan ên Stenbol û Trabzonê hêj didome. Ev kes ji endamtiya FETO û bi îdîaya "Bi zanebûn û plankirî cînayetê Hrant Dink pêk anîne" tên darizandin. Her kes ê din sucdar dike. Nêzî 500 dosyayên dozê hene. Ez ne bawerim ku heyeta dadgehê van dosyayan dixwîne. Di parastinê de her kes sûc davê ser ê din. Agahiya her kesî heye ku dê cînayet pêk bê. Lê her kesî pişta xwe daye û înkar dikin."    Coşkun, diyar kir ku ji doza Fetullah Gulen 2 bersûc girtî tên darizandin û wiha got: "Yek ji vana Serokê Daîreya îstîxbaratê ya Stenbolê yê wê demê Ramazan Akyurek, yê din jî Midûrê şaxa îstîxbarata Stenbolê Ali Fuat Yilmazer e. "    Coşkun, destnîşan kir ku di salvegera cînayetên Dînk de nuçeyên ku cînayet bibîr bixin dinivîsin û wiha berdewam kir: "Ji bo cinayet û kujer neyên ji bîr kirin ev yek girîng e. Ji ber ku li vir înkarek heye. Dixwazin kujeran bidin ji bîr kirin. Her kes înkar dikin û hev diparêzin. Li vir edalet pêk nayê.    ‘CIVAKA TIRKIYE DIZANE KÊ CÎNAYET PÊK ANÎYE   Nivîskar û Rojnameger Pakrat Estûkyan, der barê cînayetê Hrant Dinkê de axivî û wiha got: "Tenê kesên bûne êm tên darizandin. Lê kesên esil berpirsiyar nehatine darizandin û civak 12 salin ji bo Hrant Edaletê dixwazin. Civaka Tirkiye dema şeva 19'ê Çile ev cînayet pêk hat dizanibû kê bi çi niyetê kiriye. Di merasimê de bi hezaran kesan bi yek dengî ji Taksimê heta Rojnameya Agosê dirûşmeya "Em hemû Ermenî ne, Em hemû Hrant in" berz kirin. Di dîroka Tirkiye de cenazeyê herî zêde girse tev lê bû û lê xwedî derket me dît. Cemaweriya Tirkiye bi vê xwedîderketinê nîşan da ku li pişt cînayet destê kê heye û çima ev cînayet pêk hatiye.  Em 12 salin edaletê dixwazin.  Hêj 85 kes tên darizandin û ev tev karmendên dewletê ne. Li Tirkiye rojnameger wekî kevneşopiyek dewletê tên kuştin. Kujerên hemû rojnamegeran di tariyê de dimînin. Dewlet tu carî cînayetên ku ew pêk tîne wekî êm navêje ber tu kesî. Li vir 2 kes bûne êm. Yek jê Yasin Hayal û yê din jî Ogun Samast e. Ev kes ne di ferqa cînayetên pêk anîne de ne. Lê civaka Tirkiye di ferqa vê yekê de ne. Ji ber vê yekê 12 salin em ji bo Hrant Dink bi israr edaletê dixwazin."