Gelek kes li Îzmîrê hatin binçavkirin 2019-01-18 11:14:26   ÎZMÎR / EDENE  - Li Îzmîrê, di serdegirtina mala de, Dayika Aştiyê Behiye Yalçin jî dinav de 8 kes hatin binçavkirin. Li Edenê jî, 7 kes hatin binçavkirin.    Polîsan di saetên serê sibê de li Îzmîrê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçav kirin. Ji ber biryara veşartinê hinceta operasyon û binçavkirin rêveberên û endamên HDP'ê nehat zanîn.    Navê kesên hatin binçavkirin wihane: Cemîle Aydîn, Mehmet Demir, Fatma Yetîm, Hayat Îzgî, Dunyamalî Arînç, Sabrî Adîbelî, Zarîfe Karasûngûr û Dayika Aştiyê Behiye Yalçin.     EDENE    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi rêve bir de derbarê 8 kesan de bi îdîaya "Propagandeya rêxistinê kirin" biryara binçavkirinê hat dayîn. Polîsan di çarçoveya operasyonê de  li Adene, Stenbol û Dersimê hemwext bi ser 8 adresan de girtin. Di lêgerînên hatin kirin de, polîsan dest danîn ser malzemeyên dîjîtal û hin pirtûkan. Di encama operasyonê de 4 jê jin 7 kes hatin binçavkirin.    Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.