Girtiyê nexweş ê hat berdan: Eger dawî li tecrîdê bê wê bêhna gel derkeve 2019-01-18 09:01:43 STENBOL – Girtiyê nexweş Serdar Macît ku çend roj berê hat berdan got: "Divê êdî dawî li tecrîdkirina Birêz Ocalan bê. Divê êdî gelê me û gelên din bêhnê bistînin. Divê dawî li vê tecrîdê bê û wê bê."  Serdar Macît ku ji navê û berjêr felcî ye û di Tîma Netewî ya Tîrvaniyê ya Berastengên Bedenî de cih digire, li Sêrtê hatibû girtin û di 9'ê Çileyê de hatibû berdan. Macît bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. Macît, da zanîn ku di sala 2014'an de ji ber çûye Kobaniyê di sala 2016'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û piştş demekê ji Girtîgeha Sêrtê hat berdan. Macît, anî ziman ku lê belê piştî demekê vê carê bi hinceta "heqareta li serkomar" hatiye girtin û paşê hatiye berdan û herî dawî di 30'yê Mijdara 2018'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" dîsa hatiye girtin.    ‘HEVALAN EZ DERMAN DIKIRIM'    Macît, bilêv kir ku wexta wî birin Girtîgeha Sêrtê lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û qocikê wî yê kesk jê stendine. Maît got: "Lêgerîna tazî pêkanîneke binpêkirina rûmetê ye. Her wiha diviya li girtîgehê ji bo mîzê min hin amûrên medîkal bi kar bainiya. Lê nedidan. Birînên min hebûn. Pansûman nedikirin. Me jî got 'madem hûn nakin malzemeyan bidin em ê bikin.' Hevalên min pansûmana min dikirin. Tenduristkar qet eleqedar nedibûn. Her wiha hebên vîtamînên nedidan hevalên me yên di greva birçîbûnê de. Dibe niha heval dest bi greva bêdem û bêdorveger kiribin."    Macît, anî ziman ku berê Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê du caran rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" dane wî û herî dawî jî Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê heman rapor daye wî û ji ber vê di 9'ê Çileyê de hatiye berdan.    ‘DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE'    Macît bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan û got: "Leyla Guven asta krîtîk derbas kiriye. Daxwaza wê daxwazeke mafdar e. Divê êdî dawî li tecrîdkirina Birêz Ocalan bê. Divê êdî gelê me û gelên din bêhnê bistînin. Ev polîtîkaya li dijî gelê kurd li dijî hemû gela ye. NIha gelek hevalên me bi heman daxwazê di greva birçîbûnê de ne. Divê dawî li vê tecrîdê bê û wê bê. Li Îmraliyê hevdîtineke 20 deqîqeyî hatiye çêkirin. Ev komedî ye. Divê Ocalan û girtiyên li wir bi awayekî rûtin tim karibin hevdîtinê bi malbatên xwe û parêzerên xwe re çêbikin."    Her wiha Macît bang li herkesî kir ku bibin dengê girtiyên di greva birçîbûnê de.    Serdar Macît ku di 1983'yan de li Dihêya Sêrtê hat dinê, dema 17 salî bûye li Stenbolê ji qata 9'an a avahiya lê dixebitî ketiye erdê û ji ber vê felcî bûye. Paşê meyla wî diçe ser spor, folklor, şano û tenîsê. Herî dawî dest bi tîrvaniyê dike û li Tirkiyeyê dibe şampiyon. Piştî 2008'an di nav Tîma Netewî ya Tîrvaniyê ya Berastengên Bedenî de cih digir. Heta sala 2010'an di tîma netewî de cih digire. Macît, bilêv kir ku wexta ew di nav tîmê de bû bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dima û got: "Dîrektorê Tîma Netewî Nejat Ustun pir çewisîner bû. Li wir 8-9 leşkerên gazî hebûn. Ji be rkurd bûm, helwest û dîtina wan jî nebaş bû. Li kampan û pêşbaziyan wexta diya min digeriya, ji ber bi tirkî nizanibû me bi kurdî dipeyivî. Ji ber vê tim giliyê min dihat kirin. Ji ber deqa Che Guevara ya li ser milê min helwesta wan xirab bû. Di dema antreman û pêşbaziyan de min ser deqa xwe digirt." Macît, got paşê ew ji tîma netewî hatiye derxistin.    MA / Sadiye Eser - Naci Kaya