Çeka Omer Koç ê 17 salî pê hat kuştin şandin Efrînê 2019-01-18 09:01:16   AMED – Li navçeya Rezanê polîsê bi navê F.K. Omer Koç kuştibû. F.K. di dema kuştina Koç de çeka 12 CAL Mosberg bi kar anîbû. Lê belê bêyî ku lêkolîna krîmînalî ya çekê bê kirin çek şandin operasyona Efrînê. Her wiha dozgerê ku lêpirsîn bi rê ve dibir jî bi hinceta têra xwe delîl tune ne der barê lêpirsînê de biryara neşopandinê da.    Di 5'ê Cotmeha 2015'an de li Taxa 5 Nîsan a navçeya Rezan a Amedê, Omer Koç ê 17 salî ji bo li qehwexaneyê maçê temaşe bike ji malê derket. Lê belê li jêra mala wan polîsên bi Rangerê dewriye digeriyan ew kuştin. Di lêkolîna hat kirin de derket holê ku guleya li Koç ketiye guleya çeka nêçirê ya bi navê 12 CAL Mosberg e.    Dozgeriya Amedê ya lêpirsîn bi rê ve dibir bi îdiaya polîsan Koç kuştiye di Hezîrana 2016'an de dosye ji Buroya Sûcan a Karmendan re şand. Dozgerê lêpirsînê di nivîsa xwe ya di Sibata 2017'an de ji Midûriyeta Emniyetê ya Amedê şand de, ji emniyetê xwest ku roja bûyerê li cem polîsên di ekîbên Dogan 4 û Dogan 5'an de peywirdar tivinga nêçîrê hebûye yan na. Emniyetê jî di bersiva xwe de diyar kir ku di 17'ê Îlona 2015'an de tivinga nêçirê ya 12 CAL Mosberg radestî polîsê bi navê F.K. hatiye kirin. Lê belê hat îdiakirin ku çeka navborî di 1'ê Nîsana 2016'an de radestî depoyê hatiye kirin û li gorî lêkolînan ji roja ku hatiye radestkirin nehatiye bikaranîn.    PÊŞÎ ŞANDIN DEPOYÊ, PAŞÊ ŞANDIN EFRÎNÊ    Lê belê dozgerê Buroya Sûcên Karmendan, ji Midûriyeta Emniyetê ya Amedê xwest tivinga navborî ya li ser F.K. hatiye zîmetkirin ji laboratûvara krîmînalê ya çekan re bê şandin. Emniyetê di bersiva xwe ya 13'ê Nîsanê de diyar kir ku ji ber tivinga navborî li ser personelekî Midûriyeta Şaxa Tevgera Taybet hatiye zîmetkirin û ev personel tev li operasyona "Şaxa Zeytûnê" ya Efrînê bûye lêkolîna ji bo wê nepêkan e.    BIRYARA NEŞOPANDINÊ    Li ser vê dozgeriyê, bi hinceta têra xwe delîl tune ne der barê lêpirsînê de biryara neşopandinê da û dosye daxilî nav dosyeyên biryara lêgerîna daîmî kir.    RAPORA OTOPSIYÊ    Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytûn, diyar kir ku ew daxilî dosyeyê bûne û ji bo zû delîl daxilî dosyeyê bê kirin wan gelek caran daxwazanme ji dozgeriyê re şandiye. Zeytûn, bi bîr xist ku li gorî ewraqên ku emniyetê amade kiriye Koç hedef hatiye girtin û ji serê xwe û bdena xwe 4 gule xwarine û jiyana ji dest daye û bi rapora otopsiyê jî derketiye holê ku bi meqseda Koç bê kuştin çek hatiye berdan.    ‘ÇEK ŞANDIN EFRÎNÊ'    Zeytûn, bi bîr xist ku ji roja ewil ve wan xwestiye lêkolîna krîmînalî ya çekê bê kirin, serî li beyanên şahidan bê dayîn û tevî kesên mexdûr û mudaxil keşf bê kirin. Zeytûn, bilêv kir ku daxwazên wan ên bi vî rengî heta demekê nehatine bersivandin, lê paşê hemû tişt li gorî beyanên polîsan û girtekan hatiye kirin.    Zeytûn destnîşan kir ku dozgeriyê lêpirsîneke çalak nekiriye û delîla herî girîn (çeka nêçirê) bêyî bê lêkolînkirin ji bo operasyona Efrînê hatiye şandin.    ÎTIRAZ KIRIN    Zeytûn anî ziman ku wan li Dadgeha Ceza ya Sulhê îtirazî biryara hatiye dayîn kiriye û eger bersiveke erênî bê dayîn wê lêpirsîn ji nû ve bêd estpêkirin an jê ew ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin.    MA / Aydin Atay