Wê li dijî îxrackirinan helwesteke hevpar nîşan bidin 2019-01-18 09:00:47 AMED – Kesên hatin îxrackirin û hejmara wan zêdetirî 145 hezarî ye "Platforma Îxrackirinan a Amedê" ava kirin. Yek ji avakarê platformê Abbas Şahîn, got ew ê li dijî pêkanînên antîdemokratîk bi awayekî hevpar bitêkoşin.  Piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê Rewşa Awarte hat îlankirin û bi vê rewşê re gelek kes bi KHK'yan hatin îxraçkirin. Hejmara kesên ji cemaweriyê hatin îxrackirin zêdetirî 145 hezarî ye. Kesên hatin îxxrackirin ji bo doza mafên xwe bikin li Amedê "Platforma Îxrackirinan a Amedê" ava kirin. Yek ji avakarê platformê Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Jimare 1 a Amedê Abbas Şahîn, destnîşan kir ku armanca platformê ew e ku ew mexdûriyetên rû dane ji holê rbaikin.    ‘145 HEZAR KES HATIN ÎXRACKIRIN'    Şahîn, anî ziman ku di vê pêvajoyê de bi Rewşa Awarte welat veguherî girtîgeheke vekirî. Şahîn, bilêv kir ku 145 hezar kes ji cemaweriyê hatine îxrackirin û got: "Sedema vê jî; ew bû ku kesên li dijî rejîmê ji holê bên rakirin." Şahîn, destnîşan kir ku piştî hewldana darbeyê KESK, TMMOB, TTB û DÎSK hedef hatine girtin û got: "Çimkî îktîdar ji bo rejîma xwe tu astengiyan naxwaze."    Her wiha Şahîn bal kişand ser avakirina Komîsyona Rewşa Awarte jî û destnîşan kir ku komîsyon xwe xistiye şûna dadgehê û armanca wê ya sereke ew e ku pêvajoyêd irêj bike û eware bike.    Şahîn, bilêv kir ku Rewşa Awarte wekî hincet hatiye nîşandan û bi vî awayî hatiye xwestin ku naveroka saziyan bê valakirin.    Şahîn got: "Kesên hatine îxrackirin divê mudaxilî pêvajoyê bibin. Li Amedê ji saziyên cuda nêzî 4 hezar û 900 kes hatin îxrackirin. Wexta em ne li cem hev bin û perçe perçe bin, wê berxwedan bi kêr neyê. Lê me dît ku divê em li gel hev bin û tevde bitêkoşin. Loma me Platforma Îxrackirinan a Amedê ava kir. Di bin banê vê platformê de ji sazî û dezgehên cuda gelek kedkar hene."    HELWESTEKE HEVPAR    Şahîn, destnîşan kir ku tenê kedkarên cemaweriyê nehatine îxrackirin, peymana karkerên taşeron jî hatiye betalkirin û wexta karkerên taşeron digirin jî di lêpirsîna ewlehiyê re derbas dikin. Şahîn, diyar kir ku bi vî awayî berberîbûnê dixin nav civakê. Şahîn, da zanîn ku ji bo ew li hemberî van pêkanînan helwesteke hevpar nîşan bidin wan platform ava kiriye. Şahîn got: "Wexta me Platforma Îxrackirinan a Amedê ava kir em li ser hêla wê ya dîplomasî, siyasî û têkoşîna rewa jî fikirîn. Li dijî pêkanînên antîdemokratîk ên li Tirkiyeyê weke helwestekê derket holê. Armanca me ew e ku em pêkanînên antîdemokratîk protesto bikin û ji derheqê wan derkevin."   Şahîn, diyar kir ku ew ê di bin banê platformê de çalakiyan li dar bixin û ew ê hemû pêkanînên bêhiqûqî bikin rapor.    MUXALEFETA CIVAKIYΠ   Şahîn, bilêv kir ku wan wekî hêleke muxalefeta civakiyî ev platform ava kiriye û got: "Em bi hev re xurtir in. Eger em vegerin ser karê xwe û demokrasî ji nû ve rû bide divê ev ne bi lutfa hin kesan be. Divê bi berxwedanê be û loma me Platforma Îxrackirinan a Amedê ava kir."    ‘EM MAFDAR IN, EM Ê BI SER BIKEVIN'    Şahîn, destnîşan kir ku îktîdar ne di etra civakê de di etra xwe de ye û got: "Peywira me jî ew e ku em li hemberî vê xwedî helwest bin. Em mafdar in, em ê bi ser bikevin. Tu tişt nikare me ji têkoşînê dûr bixe."