ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2019'AN 2019-01-18 09:00:13   * Kesên hatin îxrackirin û hejmara wan zêdetirî 145 hezarî ye "Platforma Îxrackirinan a Amedê" ava kirin. Yek ji avakarê platformê Abbas Şahîn, got ew ê li dijî pêkanînên antîdemokratîk bi awayekî hevpar bitêkoşin.    * Li navçeya Rezanê polîsê bi navê F.K. Omer Koç kuştibû. F.K. di dema kuştina Koç de çeka 12 CAL Mosberg bi kar anîbû. Lê belê bêyî ku lêkolîna krîmînalî ya çekê bê kirin çek şandin operasyona Efrînê. Her wiha dozgerê ku lêpirsîn bi rê ve dibir jî bi hinceta têra xwe delîl tune ne der barê lêpirsînê de biryara neşopandinê da.    * Girtiyê nexweş Serdar Macît ku çend roj berê hat berdan got: "Divê êdî dawî li tecrîdkirina Birêz Ocalan bê. Divê êdî gelê me û gelên din bêhnê bistînin. Divê dawî li vê tecrîdê bê û wê bê."    * Danişîna doza rojnameger Haydar Ergul jî di navde 8 endam û rêveberên DBP û HDP'ê dê li 22’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * 13'emîn danişîna doza Mazlum Turan ê 16 salî ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ku di 28'ê Tebaxa 2015'an de rastî êrîşa polisan hat û jiyana xwe ji dest da dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (10.30)   * Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, dê têkildarî geşedanên dawî li meclîsê civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.00)   * Baroya Amedê dê têkildarî kuştina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî, ji bo kujer bên dîtin û darizandin dê di hefteya 158'an de daxuyaniye bidin çapemeniyê. (13.30)   * Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Turan, dê têkildarî Qeyûmê tayînî Şaredariya Akdenizê kiriye li Cemîyeta Rojnamegeran a Mersinê daxuyaniyê bide çapemeninyê. (14.00)