HDP sibê li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga mezin pêk tîne 2019-01-18 07:22:27 AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amdê dê sibê mîtînga mezin li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk bîne. Ji bo tevlêbûna mîtîngê xebatên HDP’ê yên li tax, gund û navçeyan bi şev û roj berdewam dikin.  Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi armanca piştgiriyê bide çalakiyên greva birçîbûnê û balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Demokrasî, Azadî û Edalet" dê di 19'ê Çile de (Sibê)  mîtînga mezin pêk bîne. Heyeta Komîteya Amadekar ji bo mîtîngê serî li Walîtiyê dabû. Piştî destûra mîtîngê derket, endam û rêveberên HDP'ê, parlamenter, li tax, gund û navçeyan digerin û banga tevlebûnê dikin. Mîtînga HDP'ê ya Amedê dê di 19'ê Çile saet di navbera 12.00 û 16.00'an de pêk bê. HDP esnafan ziyared dike û banga tevlêbûnê dike. Ziyaretên HDP'ê rastî eleqeyek  mezin tê. Ji bajarên Sêrt, Êlih, Çewlîk, Mêrdîn, Şirnex, Riha û gelek navçeyên derdorê jî li bendê ye ku bi deh hezaran welatî tev li mîtînga ku sibê li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk bê bibin. Serokê Komîteya Amadekar a Mitîngê Ramazan Kaval, bang li her kesî kir û xwest li dijî tecrîdê deng bidin dengê girtiyên di çalakiya grevê de ne.