Li şevbuhêrkên Edeneyê dengbêjan bi kilamên xwe olan dan 2019-01-17 20:39:33   EDENE - Şevbuhêrkên li Edeneyê didomin. Dengbêj vê hefteyê jî bûn mêvanê maleke din û kilamên xwe gotin.    Li Edeneyê, dengbêj her pêncşem bi dirûşmeya "Serê malê kilamek" dibin mêvanê malekê. Vê hefteyê dengbêj li Taxa Denîzlî ya navçeya Seyhanê bûn mêvanê malekê û striyan. Dengbêj danê êvarê li hev kom bûn û berê xwe dan mala ku wê şevbuhêrka xwe lê derbas bikin. Piştî hatin malê tevê şêniyên malê şîva xwe xwarin û piştî şîvê dengbêj li dor sobeya êzinga rûniştin û li ber erbane û tembûrê striyan. Her wiha wexta dengbêj ditsriyan li ser sobeyê jî çay hat çêkirin. Dengbêjan hem çaya xwe vexwar hem jî kilamên xwe gotin.    Dengbêj, ligel stranan tevî şêniyên malê û der û cînaran sohbet jî kirin.