Karkerê ji qata 12'an ket jiyana xwe ji dest da 2019-01-17 17:50:51   STENBOL – Li navçeya Kartalê karkerekî înşeatê ji kata 12'an ber bi valahiya asansorê de ket û jiyana xwe ji dest da.    Li Kuçeya Işik a Kartala Stenbolê, hosteyê cilsê Yûsûf Ozkuk (33) ji qata 12'an ber bi valahiya asansorê de ket. Piştî karkerên din ragihandin ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Peywirdarên tenduristiyê diyar kirin ku Ozkukê li ser sepeta asansorê ketiye jiyana xwe ji dest daye.    Cenazeyê Ozkuk rakirin Morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Dr. Lutfî Kirdar a Kartalê.    Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.